El-Sîsî: Tu kes nikare nasnameya kurdî tine bike

Serokkomarê Misrê Abdulfetah El- Sîsî got, ti kes nikare nasnameya kurdî tine bike û anî ziman ku gelê Kurd di nava 60 salên derbasbûyî de azar kişandin.

El-Sîsî: Tu kes nikare nasnameya kurdî tine bike
17 kanûn, 2019   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Misrê Abdulfetah El-Sîsî piştî forma "Ciwanên Cîhanê" a li bajarê Şerem El-Şêx bi komeke ciwanan re hevdîtin kir.

Ciwaneke Kurd li ser bersiva El-Sîsî ya ji pirsa wê ya der barê nakokiyên li cîhanê û kêmnetewan, nehezkirina cîhanê ji gelê Kurd û ne naskirina pêşeroja wê giriya.

El-Sîsî girêdayî pirsê got: "Di nava salên dawî de, Kurd ji bo gelek dewletan hatin dabeşkirin li Îran, Tirkiyê û hin dewletên din. Lê nêrîneke min li ser kar û aştiyê heye, ti kes nikare nasnameya kesekî tine bike. Delîlê vê yekê niha tu sekinî ye û rexmî hemû tiştên ku çêbûne diaxivî."

Serokkomarê Misrê destnîşan kir ku "Ziman, adet û kevneşopiyên Kurdan hene. Lê windabûna berhemên tayabet bi gelê Kurd nirxên ku ji kurdan winda bûye ye."

Duh bi şev 3‘yemîn Forman Ciwanên Cîhanê li bajarê Şerem El-Şêx bi beşdarbûna Ebdulfetah El-Sîsî û 8 hezar ciwanên ji deverên cûda yên cîhanê destpê kir.