Ji Desteya Hundirîn gavek nû ber bi yekîtiya xîbata kurdî ve

Bi armanca yekitiya xîtaba siyasî ya kurdî û serxistina banga QSD‘ê Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku "Ti astengiyên qanûnî li pêşiya ENKS‘ê tinene ku buroyên xwe vekin û bêyî şertên pêşîn karê xwe berdewam bike."

Ji Desteya Hundirîn gavek nû ber bi yekîtiya xîbata kurdî ve
17 kanûn, 2019   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê banga QSD‘ê ya yekîtiya xîbata kurdî û piştgiriya wê de daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Li ser banga Hêzên Sûriye Demokratîk a bi armanca yekîtiya xîtaba siyasî ya kurdî li Sûriyê û avakirina hevkariyeke aktîv di navbera Rêveberiya Xweser û Meclisa Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de em ragdighînin ku ti astengiyên qanûnî li pêşiya ENKS‘ê nîne ku buroyên xwe yên rêxistinî û partiyekî vekin û çalakiyên xwe yên siyasî, ragihandin û civakî pêyî şertên pêşîn berdewam bike. Ji ber em di wê baweriyê de ne ku ev însyatîf dikeve xizmeta giştî. Armanc jê vê gave ew e ku hemû astengiyên li pêşiya poresa jinûve avakirina baweriyê di navbera hemû saziyên siyasî û rêveberî de ji holê rabin.

Her wiha em radighînin ku dozên li pêşberiya dozgeriyê yên li dijî kesayset û fermandarên ENKS yên li derveyî welat bêyî cûdabûn îbtal dikin. Em diyar dikin ku ti kelem li pêşiya wan nîne ku vegerin Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çalakiyên xwe bi serbestî dewam bikin, wê ji dîroka belavbûna vê daxuyaniyê wê ve ti pirsgirêk derbarî vî yekê de dernekevin.

Der barê dosyaya girtî û windahiyan de di 15‘ê vê Kanûnê de me lîsteyek ji 10 navan ji Desteya Serokatî ya ENKS‘ê werger û radestî QSD‘ê kir. Ji bo şopandina rastiyan û lêpirsîna di dosyayê de me komîteyek ava kiriye. Di demekê nêzîk de em ê hemû bi ENKS û fermandarên QSD‘ê re encamên xebatên vê komîteyê ragihînin."

ANHA