Şêniyên Minbicê banga destûreke ku nûnertiya tevahî sûriyan dike, kir

Li ser banga Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi sedan şêniyên Minbicê bi meşekê banga destûrekê ku nûnertiya tevahî sûriyan dike, kir.

Şêniyên Minbicê banga destûreke ku nûnertiya tevahî sûriyan dike, kir
Şêniyên Minbicê banga destûreke ku nûnertiya tevahî sûriyan dike, kir
Şêniyên Minbicê banga destûreke ku nûnertiya tevahî sûriyan dike, kir
Şêniyên Minbicê banga destûreke ku nûnertiya tevahî sûriyan dike, kir
Şêniyên Minbicê banga destûreke ku nûnertiya tevahî sûriyan dike, kir
Şêniyên Minbicê banga destûreke ku nûnertiya tevahî sûriyan dike, kir
Şêniyên Minbicê banga destûreke ku nûnertiya tevahî sûriyan dike, kir
Şêniyên Minbicê banga destûreke ku nûnertiya tevahî sûriyan dike, kir
17 kanûn, 2019   14:22
MINBIC

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan şêniyên bajarê Minbic, nûnerên ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û Gundewarên wê beşdar bûn ku banga destûreke giştî ku nûnertiya tevahî pêkhateyan bê cûdabûn dike, kir û her wiha jî banga paratina azadiya ferd li ser bingehên demokratî û pirrengiyê kir.

Beşdaran wêneyên şehîdan, di nava şehîd Hevrîn Xelef û pankartên bi nivîsên "Pirrengî metoda me ye, demokratî diruşma me ye, nenavendî rêbaza me ye", " Na ji desthilatiyê re û na ji navendîbûnê re", "Bi keda şehîdên xwe, pêşeroja Sûriyê nexşe dikin" û "Em daxwaza destûrekê ku parastina me bike û ne ku me tune bike."

Meş ji pêşiya Çarxeriya El-Mîzan a li ser rêya Helebê ber bi Qada Giştî ya naverasta bajêr ve dest pê kir. Beşdaran aleke mezin a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê rakir û her wiha jî diruşmên redkirina destpotî û navendiyê hildan. Li aliyekî din jî diruşmên li ser Yekitiya Sûriyê û serbestbûna wan a hilbijartina çarenûsa xwe weke Sûriyê berzdan.

Meş li Qada Giştî vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz girt. Piştre bi navê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê endamê partiyên Îmad Mûsa axivî û îşaret pê kir ku ji destpêka tevgera gel a Adara 2011’an de gel daxwaza mafên azadî û jiyana birûmet dikir. Lê belê terorê firsend girt û dewletan piştevanî kir ku li gor berjewendiyên xwe bimeşîne. Dîmena yekemîn jî li Kobanê eşkere bû û ya ku bi terora DAIŞ’ê dest pê kiriye û li Dêrazorê têkçûye.

Îmad Mûsa anî ziman ku terorê bi destê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çû, ev herêm kir nimûneya ewlehîû aramiyê. Her wiha Mûsa bal kişand ser ku ev serketin temam nabe heta ku nûnerên gel ên rastîn li tevahî civîn û danûstandinên navdewletî yên der barê çareseriya aloziya Sûriyê li dar dikevin de, beşdar nebin.

Dûvre bi navê rêxistinên civaka sivîl endamê rêveber Abdullah Hico daxuyand ku lihevanînên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin û piştrast kir ku tenê maf ê gelê Sûriyê ye ku çarenûsa xwe diyar bikin. Ew xwediyên xakê ne. Bi her bihosteke axa xwe azad in. Der barê parastina yekitiya xak û gel de baldar in. Her wiha jî divê destûra Sûriyê garantiya mafên tevahî pêkhateyên wê bike.

Meş bi diruşmên silavkirina şehîd, redkirina navendîbûn û destpotiyê bi dawî bû.

(fr)

ANHA