Karker û cotkarên Reqa û Tebqayê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir

Karker û koçberên Reqa û Tebqayê bi daxuyaniyan bertekên xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere kirin û destnîşan kir ku Erdogan bi derewan dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike, lê ew wan îdiayan red dikin.

Karker û cotkarên Reqa û Tebqayê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Karker û cotkarên Reqa û Tebqayê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Karker û cotkarên Reqa û Tebqayê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
17 kanûn, 2019   13:28
REQA- TEBQA

Bi dehan endamên Yekitiya Karkeran li pêş avahiya xwe ya li naverasta bajarê Reqayê kom bûn û hevserokê yekitiyê Îman Abdulhadî daxuyanî xwend. Her wiha daxuyaniyê destpêkê li ser siyaseta faşîst a Tirkiyê ya piştevaniya komên terorîst ên tundraw eşkere ku bûye sedema dirêjkirina aloziyê ya ku derbasî sala xwe ya 9’emîn bûye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi komkujiyên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra hat kirin û ji wê zêdetir jî îşaret bi siyaseta çewisandin, koçberkirin û guhartina demografiyê ya ku li herêmên dagirkirî pêk tên, hate kirin. Li aliyekî din jî bi gotinên tûj bêdengiya navneteweyî li ser rûdanên li Sûriyê, şermezar kirin.

Li qada Gimrûkê ya li başûr bajarê Tebqayê, hejmareke cotkar û endamên Yekitiya Cotkaran a Tebqayê kom bûn û bi daxuyaniyekê ku ji hêla hevseroka Yekitiya Cotkaran Henîfa Miqdad ve hatiye xwendin, hevgirtin û piştevaniya xwe bi Berxwedana Rûmetê re ya ku QSD’ê li dijî dewleta Tirk a dagirker, DAIŞ û Cebhet El-Nusra pêk tîne, mîsoger kir. Her wiha bang li civaka navnneteweyî kir ku bi lez dest werdin û komkujiyên ku Tirkiyê pêk tîne û bicihkirina biyaniyan li herêmên dagirkirî, rawestîne. Ji ber ku bi rêya wê şêniyên resen neçarî koçberiyê dike ku guhartina demografiyê li herêmê pêk bîne.

Erdogan di daxuyaniyên xwe yên beriya çend rojan de angaşt kir ku êrişa wî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser daxwaza gelên li wir bû û bi wê re jî mayîna xwe li wir bi daxwaza gelên li wir, rewa dike.

Li aliyekî din jî li bajarokê Mensora yê rojhilatê Tebqayê bi taybet li Mala Gel a li naverasta bajarok, hevserokê Yekitiya Karkeran a Tebqayê Meseb El-Wasil bi daxuyaniyekê ku tê de gelek endamên yekitiyê beşdar bûn, diyar kir ku gelên li Sûriyê bi tundî hebûna hêzên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê çi angaşt û îdia jê re hene bila hebin, red dikin.

Meseb El-Wasil bi rêya daxuyaniyê bang li tevahî gelan kir ku li dora QSD’ê bicivin û piştevaniya Berxwedana Rûmetê heta rizgarkirina bihosta dawîn ji xaka Sûriyê ji qirêjiya Tirkiyê, DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra bikin.

(fr)

ANHA