​​​​​​​ ‘Her gelek ku bi ol û zimanê xwe bawer nebe tune dibe’

Şêniyên bajarê Dêrikê yên ji pêkhateyên Ermen û Suryan destnîşan  kirin ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan binpêkirinên pêşiyên xwe yên Osmanî didomîne û gotin: “Dewleta Tirk bi kiryarên xwe ispat kir ku dîrok xwe dubare dike.”

​​​​​​​ ‘Her gelek ku bi ol û zimanê xwe bawer nebe tune dibe’
​​​​​​​ ‘Her gelek ku bi ol û zimanê xwe bawer nebe tune dibe’
​​​​​​​ ‘Her gelek ku bi ol û zimanê xwe bawer nebe tune dibe’
​​​​​​​ ‘Her gelek ku bi ol û zimanê xwe bawer nebe tune dibe’
​​​​​​​ ‘Her gelek ku bi ol û zimanê xwe bawer nebe tune dibe’
​​​​​​​ ‘Her gelek ku bi ol û zimanê xwe bawer nebe tune dibe’
​​​​​​​ ‘Her gelek ku bi ol û zimanê xwe bawer nebe tune dibe’
​​​​​​​ ‘Her gelek ku bi ol û zimanê xwe bawer nebe tune dibe’
​​​​​​​ ‘Her gelek ku bi ol û zimanê xwe bawer nebe tune dibe’
15 kanûn, 2019   10:05
QAMIŞLO-NEJBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Imperatoriya Osmanî di salên navbera 1915-1916`an de binpêkirin û komkujî pêk anîn. Bi rêya qetilkirina gelên herêmê yên resen mîna Ermen û taîfeyên din ên xiristiyan hewl da hegemoniya Tirkiyê li herêma rojhilatê Anadolê fireh bike.

Di wê demê de Osmaniyan hejmarek mezin; 240 fermandarên Ermen di komkujiyan de qetil kirin. Her wiha gelek din jî di rêwîtiyên koçberiyê de ji ber birçîbûn, zûhabûn û xeteryên din jiyana xwe ji dest  dan.

Piştî ku imperatoriya Osmanî komkujiya komî pêk anî, kesên ji gelê Ermen mane berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Iraq û Urdinê ji bo ku dûrî imperetoriya Osmanî ya hovane dest bi jiyaneke nû bikin.

Li bajarê Dêrikê ku li bakurê Sûriyê ye, derdora hezar malbatên Suryan di nav de 70 malbatên Ermen û 150 malbatên Kildan dimînin. Her wiha gelek ji taîfeya asûrî û protestant hene. Li wir 9 dêr hene; Dêra Azra ya dîrokî, Mart Şemonî, Mar Dodo, Mar Circis, Mar Yaqub, Mart Şoşan, Azra ya Suryan, Azra ya ermen û Yekitiya Incîlî.

Derbarê mijarê de jinên ji gelê Ermen û Suryan ên Dêrikê girêdayî komkujiyên Osmaniyan bi serkêşiya Mistefa Kemal Ataturk li dijî wan û berdewamkirina wan komkujiyan heta roja me ya îro li ser destê neviyên wî bi serkêşiya Erdogan nêrînên xwe parve kirin.

Jina bi navê Diyala Murad Hakob a ji pêkhateya Ermen got: "Her gelek bi ol û zimanê xwe bawer in, ne pêkane winda bibe. Armanca Osmaniya ji komkujiyên li dijî Ermanan ew bû ku bawerî û neteweya Ermenî tune bike, ji ber ku siyaseta asîmlekirinê qebûl nekirin."

Diyala wiha domand: "Imperatoriya Osmanî armanc dikir Ermanan tune bike û wan bike bîranîn. Her wiha ji gelê Tikriyê re xuya bikin ku fermandarên wê kafir tune kirin."

Li gorî Diyala ruxmî komkjiyên li dijî Ermenan lê hejmara wan di cîhanê de gihaşt 13 milyon Ermenî.

Diyala bang li rêxistinên navneteweyî kir ku sûcdarên komkujiyên Ermen mehesebe bikin. Diyala teqez kir ku ji ber ku sûcdar heta niha nehatin darizandin, neviyên Osmaniyan hovîtiya pêşiyên xwe didomînin û îro komkujî li dijî gelê Sûriyê û gelên din ên li Tirkiyê û derveyî wê pêk tînin.

Endama Yekitiya Suryan Aylîn Korkîs destnîşan kir ku revî derbasbûna zêdetirî serdemekê li ser komkujiyên Ermenan lê sûcdarên wan komkujiyan nehatin darizandin. Aylîn di heman demê de hevkariya navneteweyî bi dewleta Tirk a faşîst re şermezar kir.

Aylîn wiha domand: "Dewleta Osmanî û neviyê wê hovantirîn komkujî li dijî gelan pêk anîn û hîna pêk tînin. Bi taybet bûyerên niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin ji komkujî û guhertina demografîk isbat dikin ku dîrok xwe ji nû ve dubare dike."

Aylîn got: “Hevgirtina gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevpar a aştiyan e, hişt ku Erdogan hovîtî û kîna xwe li dijî herêmê û gelên wê zêde bike. Ji ber ku naxwaze bibîne gel bi hev re di nav aştî û biratiyê de ne.”

Di dawiyê de Aylîn berxwedana YPG, YPJ û Meclisa Leşkerî ya Suryanî ji bo parastina herêmê ji êrişên DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir. Aylîn bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirinên Tirkiyê û dagirkirina axa Sûriyê bi dawî bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sUrV7dYMZwo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>