Di êrişeke çeteyên DAIŞ`ê de li başûrê Kerkûkê, 2 endamên jiyana xwe ji dest dan

Beriya çend kêliyan, çeteyên DAIŞ`ê êrişî erebeyeke leşkerî ya Hêzên Asayîşa Iraqê li parêzgeha Kerkûkê li bakurî welêt kirin. Di êrişê de 2 endamên asayîşa federal, jiyana xwe ji dest dan.

Di êrişeke çeteyên DAIŞ`ê de li başûrê Kerkûkê, 2 endamên jiyana xwe ji dest dan
15 kanûn, 2019   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê li geliyê Zexîtûn ê başûrê taxa Riyad a bajarê Kerkûkê, bi çekên sivik êrişî hêzên asayîşa Iraqê kirin. Di êrişê de 2 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê, endamên asayîşê erebeyeke lojîstîkê ya girêdayî Furqeya Aliyat ya Asayîşa Federal, dajotin. Çeteyên DAIŞ`ê ji rewşa hewayê ya xirab sûd wergirtin û êrişî erebeya leşkerî kirin. Di êrişê de 2 endamên tevlî asayîşa federal a Iraqê li bajarê Kerkûkê, jiyana xwe ji dest dan.

 (cx)

ANHA