Li Minbicê ezmûnên werza yekemîn a sala xwendinê destpê kirin

Di bin çavdêriya Komîteya Perwerde û Xwendinê ya Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk de, li bajarê Minbicê û gundewarên wê ezmûnên werza yekemîn a sala xwendinê, destpê kirin.

Li Minbicê ezmûnên werza yekemîn a sala xwendinê destpê kirin
Li Minbicê ezmûnên werza yekemîn a sala xwendinê destpê kirin
Li Minbicê ezmûnên werza yekemîn a sala xwendinê destpê kirin
Li Minbicê ezmûnên werza yekemîn a sala xwendinê destpê kirin
15 kanûn, 2019   10:09
MINBIC

Ezmûnên xwendekarên hemî astên xwendinê li bajarê Minbicê û gundewarên wê destpê kirin.

Li Minbicê û gundewarên wê, dibistan di 15`ê Îlonê de hatin vekirin. Hejamara dibitsanan li bajêr û gundewarên wê 338 dibistan e, ku tê de 94 hezar û 624 xwendekar, perwerdeyê dibînin.

Li gorî Hevseroka Rêveberiya Dibistanan Celîle Seeîd, xwendinê bi rêk û pêk û bêyî qutbûn, bi rêve diçe.

Dê ezmûn hefteyekê dewam bikin, piştre betlaneya nîvê salê destpê dike.

(cx)

ANHA