Li Şedadê zarokên şehîdan hatin xelatkirin

Partiya Muhafezekaran û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê zarokên şehîdan li dibistana Becedelî ya navçeyê xelat kirin.

Li Şedadê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Li Şedadê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Li Şedadê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Li Şedadê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Li Şedadê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Li Şedadê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Li Şedadê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Li Şedadê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
11 kanûn, 2019   16:00
HESEKÊ

Partiya Muhafezekarên Demokrat şaxê Şedadê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Şedadê, şahiya xelatkirina zarokên şehîdan li dibistana Becedelî yak u 3 km dikeve rojavayê navçeyê, li dar xistin.

Di şahiyê de zarokên şehîdan peyasek şanoya pêkenokî, şanoya bêdeng pêşkêş kirin, paşê rêvbeerê Partiya Muhafezekarên Demokrat Abdullah Sewsdî axivî û rola şehîdan di misogeriya ewlehiyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist.

Sewadî anî ziman ku xwedîderketina li zarokên şehîdan erka hemûyan e û ev xelatên bicûk tenê dilsoziya bi giyanên şehîdan e.

Sewadî destnîşan ku çalakiyên wiha dê domdar li dibistanên navçeyê û bejahiya wê werin lidarxistin, wekî destpêk me li dibistana Bedcelî li dar xist, ji ber ku gelek şehîd di şerên rizgarkirin û Berxwedana Rûmetê de dane.

Di dawiya şahiyê de buroya Partiya Muhafezekarên Demokrat a navçeya Şedadê zarokên şehîdan xelat kirin.

(eh)

ANHA