Cenazeyê şehîd Ebû Qasim li Tebqayê hate veşartin

Bi sedan şêniyên Tebqa û gundewarê wê cenazeyê şervanê QSD‘ê Yesîn El-Elî (Ebû Qasim) yê ku li Reqayê dema erka xwe ya le leşkerî pêk di anî şehîd bû, spartin axê.

Cenazeyê şehîd Ebû Qasim li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ebû Qasim li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ebû Qasim li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ebû Qasim li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ebû Qasim li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ebû Qasim li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ebû Qasim li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ebû Qasim li Tebqayê hate veşartin
11 kanûn, 2019   16:02
TEBQA

Şêniyên Tebqa û gundewarê, di nav de endamên saziyên sivîl, leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ber Nexweşxaneya Tebqa ya Watanî kom bûn. Piştî wergirtina cenazeyê şehîd Yesîn El-Elî (Ebû Qasim) bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li rojavayî bajêr ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk ve destpê kir.

Piştre bi navên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê şêx Hamid El-Ebid El-Rehman El-Ferec, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê fermandara YPJ`ê Roj Tebqa axaftin hatin kirin.

Axaftvanan anîn ziman ku xwîna şehîdên ku jiyana azad û aştî ava kirine û ewlehiya welêt peyda kirine pîroz e. Her wiha destnîşan kirin ku heta pêkanîna armancên şehîdan wê şopdarên rêyên wan bin û heya qewirandina çeteyan ji tevahiya Sûriyê wê têkoşîn û berxwedanê bidomînin.

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Fatme El-Elî nasnameya şehîd xwend û radestî bavê wî kir.

Paşê hevalên şehîd cenazeyê şehîd Yesîn spartin axê.

 (şx)

(ANHA)