Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêde dibin û rêxistinên mirovê erka xwe paşguh kirin

Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêdetirî 4 hezar derbas kir. Rêveberiya Xweser û bi hevkariya Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm alîkariyê pêşkêşî koçberan dikin.

Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêde dibin û rêxistinên mirovê erka xwe paşguh kirin
Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêde dibin û rêxistinên mirovê erka xwe paşguh kirin
Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêde dibin û rêxistinên mirovê erka xwe paşguh kirin
Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêde dibin û rêxistinên mirovê erka xwe paşguh kirin
Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêde dibin û rêxistinên mirovê erka xwe paşguh kirin
Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêde dibin û rêxistinên mirovê erka xwe paşguh kirin
11 kanûn, 2019   14:49
HESEKÊ

Hezaran sivîlên ji Serêkaniyê, Til Temir û herêmên din ên sînor koçî herêmên herî ewle kirin. Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê zêdetirî 64 navend ji bo wan amade kirin, her wiha kampa Waşokanî ya 12 km dûrî bajarê Hesekê ye amade kir. Di kampê de bi hezaran kes lê dimînin. Rêveberiya Xweser û Heyva Sor bi derfetên kêm alîkariyan pêşkêşî koçberan dikin di demekê de ku rêxistinên navnetewî bi karê xwe ranabin.

Endamê rêveber ê kampa Waşokanî Hesen Ehmed Yûsif ji ANHA`yê re diyar kir ku zêdetirî 700 kon li kampê amade ne û zêdetirî 800 malbat lê dijîn.

Yûsif diyar kir ku beşekî nû ya koçberan gihaşt kampê. Bi vê yekê hejmara koçberên di kampê de 4 hezar derbas kiriye.

Her wiha Yûsif da zanîn ku ew ji ber kêmbûna alavên germkirinê zehmetiyan dikşînin û di nava zextê peydakirina daxwazên koçberan de ne.

Yûsif wiha domand: "Li gorî derfetên heyî em pêdiviyên koçberên kampa Waşokanî re bi cih dikin, me sobe li koçberan belav kir, rêvberiyê zêdetirî 8 hezar lître kaz belav kir."

ANHA