Li Dirbêsiyê ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê merasîmek hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ji bo 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê merasîmek li dar xist.

Li Dirbêsiyê ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê merasîmek hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê merasîmek hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê merasîmek hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê merasîmek hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê merasîmek hate lidarxistin
Li Dirbêsiyê ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê merasîmek hate lidarxistin
11 kanûn, 2019   15:10
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê Ehmed Şêx Dawud (Ceger Çiya), Ehmed Remo (Ehmed Dirbêsiyê), Hesen El-Maimî (Qendîl Dirbêsiyê), Cîhad Mehmedû Hiso (Çekdar Rojava), Cîhad Hesen (Demhat Hesekê), Mezlûm Derwîş (Dilşêr Rojava) û Mecîd Mele (Canfeda Dirbêsiyê) merasîmeke xiyabî li Stada Beledî ya navçeyê li dar xist.

Bi sedan şêniyên navçeyê, malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, hêzên leşkerî û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre hevseroka Kantona Hesekê Semer El-Abdullah axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku ew xeta şehîdan bidomînin û li dijî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê li rex QSD‘ê bin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen diyar kir dewleta Tirk armanc dike tevahî gelên herêmê tine bikin û got: "Em gelên herêmê me xeta berxwedan û têkoşînê hilbijartiye, em ê şopdarên xeta şehîdan bin heta tevahî herêmên xwe ji dagirkeran rizgar bikin."

Di berdewama merasîmê de li ser navê QSD‘ê fermandar Şiyar Hesekê anî ziman ku ew wekî QSD‘ê xaka xwe ji dagirkeran re nahêlin û dê şopdarên xeta şehîdan bin heta armancên ku ji bo wê şehîd bûne bighînin dawî.

Piştî axaftinana nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatên şehîdan gotin ew ê xeta zarokên xwe yên şehîd bidomînin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA