Gera Astanayê bi daxuyaniyên yekalî ku tê de kûrahiya nakokiyan heye, bi dawî bû

Îro xebatên gera 14’emîn a civînên Astanayê bi dawî bû. Tê de metirsiya qaşo ya dewletên garantor; Rûsya, Tirkiye û Îranê ji terora li Idlibê hat nîqaşkirin. Van dewletan hewl da erêkirina xwe bi rêya daxuyaniya bidawîkirinê eşkere bikin. Lê belê daxuyaniyên yekalî kûrahiya nakokiya di navbera wan de nîşan dide.

Gera Astanayê bi daxuyaniyên yekalî ku tê de kûrahiya nakokiyan heye, bi dawî bû
11 kanûn, 2019   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşdarên civînên Astanayê yên gera 14’an, metirsiya xwe ji zêdekirina komên terorîst ên li Idlibê raber kir û soza koordînasyona ji bo têkbirina tundrawan da.

Daxuyaniyê bal kişand ser ku pêwîst e peymanên girêdayî “herêma bêçek” pêk bên û rêxistinên terorî yên li Sûriyê têk bibin.

Piştî ger bi dawî bû, çapemeniya rejîma Sûriyê li ser zimanê serokê şandeya xwe Beşar El-Caferî ragihand ku dewleta Tirk sozên xwe wek aliyê garantor, pêk nayne û her wiha jî li gorî peymanên Soçî û Astanayê yên vekişîna hêzên dagirker ji xaka Sûriyê jî tev nagere.

El-Caferî li ser gerê wiha got: "Tu têkiliyên me yên dîplomatîk bi Tirkiyê re tune ne. Hê jî parçeyek ji xaka me dagir kiriye. Bi piştevaniyeke mezin li pişt aloziya Sûriyê ne."

Duh li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê, gera 14’emîn a civînên Astanayê dest pê kiribû.

(fr)