Rewşa jiyanî li Efrînê xirabtir dibe

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, rewşa jiyanî her ku diçe xirabtir dibe. Çeteyên girêdayî Tirkiyê jî binpêkirinên xwe li dijî sivîlên Efrînê dewam dikin. Çete darên zeytûnan qut dikin û dikin êzing û difiroşin.

Rewşa jiyanî li Efrînê xirabtir dibe
11 kanûn, 2019   12:36
EFRÎN

Bi armanca koçberkirina şêniyên resen, guhertina demografiyê û talankirina milkên şêniyan, şêniyên bajarê Efrînê rastî hemû cureyên tacîzan tên. Bi hatina zivistanê re jî rewş xirabtir dibe. Buhayê kelû pelan bi rêjeyeke zêde bilind bûye. Ev yek şêniyan neçar dike ku nan ji firinan nekirin û li malê bipêjin.

Çavkaniyên herêmî ji Efrînê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker lîtreya mazotê bi 700 lîreyên Sûriyê anku bi du qatê buhayê li sûkan ku her lître bi 475 lîreyan e, difiroşin şêniyan. Her wiha saetên dayîna kehrebeyê daxistine. Çete êvarê tenê saetekê kehrebeyê didin şêniyan û hefteyê 1000-1500 lîreyên Sûriyê ji wan distînin.

Çavkaniyan diyar kir ku çete bi vê yekê têr nabin, her wiha 6 nanên xwarinê bi 300 lîre difiroşin, anku her nanekî bi 50 lîre difiroşin. Ev yek şêniyan neçar dike ku nan ji firinan nekirin û li malê bipêjin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku ji ber dem bi dem darên şêniyan tên qutkirin, şênî ditirsin ku bi hinceta bikaranîna êzingan ji bo germkirinê li şûna mazotê, darên wan ên zeytûnan ji berê zêdetir werin qutkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî daneyên Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çeteyan zêdetirî 150 hezar darên zeytûnan ên şêniyên Efrînê qut kirine. Her wiha hejmara darên zeytûnê ku hatine dagirkirin 20 milyon e ku her sal zêdetirî 270 hezar ton zeytûn û derdorê 55 hezar ton zeyta zeytûnan berhem dide.

(cx)

ANHA