Lûtkeya Kendavê… banga parastina ewlehiya herêmê û têkçûna hêviyên lihevhatina bi Qeterê re

Daxuyaniya bidawîkirina Lûtkeya Kendavê ya li Riyadê îşaret bi girîngiya hevkariya leşkerî û ewlehî ji bo parastina ewlehiya herêmê kir û diyar kir ku hêviyên lihevanîna bi Qeterê re, têk çûn.

Lûtkeya Kendavê… banga parastina ewlehiya herêmê û têkçûna hêviyên lihevhatina bi Qeterê re
11 kanûn, 2019   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Hevkariyê ya Kendavê duh lûtkeya xwe ya 40’emîn li paytexta Erebistana Siûdiyê Riyadê li dar xist. Lûtke ji bo nîqaşkirina astengiyên ku rastî dewltên Kendavê tên, hat lidarxistin.

Emîrê Kuwêtê Şêx Subah El-Ehmed El-Cabir rewşa lûtkeyê bi erênî wesif kir û got ev yek wek îşaretekê ye ku gelên Kendavê dixwazin helwestên xwe bikin yek.

Meclisa Bilind a Dewletên Kendavê erkdarkirina namzetê Kuwêtê Nayif El-Hecref wek sekreterê giştî yê Meclisa Hevkariya Kendavê, erê kir. Nayif El-Hecref li şûna Abdulletîf El-Ziyanî ku dema serokatiya wî bi dawî bû, hat erkdarkirin. Her wiha El-Zeyanî ragihand ku di Lûtkeya Riyadê de biryara lidarxistina lûtkeyeke din li Behrênê hat erêkirin.

Serokê lûtkeyê qralê Erebistana Siûdî Selman Bin Abdullazîz diyar kir ku Lûtkeya Kendavê ya 40’emîn bi dawî bû û îşaret bi girîngiya civînên Kendavê kir ku tê de helwest, hevkarî û diyalog çêbûn.

Di daxuyaniya dawîn a lûtkeyê de wiha hat gotin: "Meclisa Bilind tekez dike ku ew destekê dide stratejiya Amerîkayê ya der barê Îranê de."

Der heqê rewşa Sûriyê de, di daxuyaniya Lûtkeya Kendavê de,hebûna Îranê li xaka Sûriyê û destwerdanên Îranê li kar û barên Sûriyê hat şermezarkirin û banga derketina tevahî hêzên Îran, milîsên Hizbullahê û tevahî milîsên etnîk ên ku Îranê ji bo xebitîna li Sûriyê ajande kirine, hat kirin.

Di lûtkeyê de, bi awayekî yekser li ser doza lihevanînê bi Qeterê re nîqaş nekirin ku 3 dewletên Kendavê bi sedema siyasetên wê yên gefan li aramiyê dixwin, boykot kirine. Bi wê re jî çavdêran got niha Dewha ji bo bersivdana mercên çareserkirinê ne amade ye.

Li ser neamadebûna emîrê Qeterê di Lûtkeya Kendavê de Xilfan wiha got: "Me bi rastî dixwest nediyarbûna di têkiliyên Kendavê yên ku Dewhayê çêkirine, eşkere bikira. Lê belê mixabin ev ne pêkan e. Welatiyên Kendavê texmîn dikir ku dê Temîm ji bo berisvdana banga lihevanînê wan kêfxweş bike. Lê belê mêjiyê fermandariya Qeterê xewnên şêniyên Kendava Erebî binpê kirin. Dibe ku Îran naxwaze pêk bê."

(fr-bx)