Sedemên derengmayîna eşkerekirina sûckarên li kampan  çi ne?

Hêzên ewlehiyê yên pispor li kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê, ji ber belavbûna fikra DAIŞ`ê rastî gelek zehmetiyan tên. Zehmet e aliyên ku li pişt kuştin û belavbûnê disekinin bên naskirin. Her wiha bangên dubare ji bo dewletên rojava da ku bi berpirsyariyên xwe beramberî malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyê rabin, dewam dikin.

Sedemên derengmayîna eşkerekirina sûckarên li kampan  çi ne?
Sedemên derengmayîna eşkerekirina sûckarên li kampan  çi ne?
Sedemên derengmayîna eşkerekirina sûckarên li kampan  çi ne?
Sedemên derengmayîna eşkerekirina sûckarên li kampan  çi ne?
Sedemên derengmayîna eşkerekirina sûckarên li kampan  çi ne?
11 kanûn, 2019   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Di demên dawîn de li kampên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek binpêkirinên ewlehiyê û tevlihevî di nav kesên li wan kampan de rû dan, ji kuştin û xwepêşandanên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên berpirsên parastina kampan û bi taybet kampa Holê.

Kampa Holê ya 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê, ji mezintirîn kampan e ku Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe. Her wiha mezintirîn kampa ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriyê, Iraqê û binyaniyên ji 53 dewletên Ewropayê lê dimînin. Kamp li berfirehiyeke 17 hezar û 550 metrekabik belav dibe.

Der barê rewşa ewlehiyê ya dawîn û zehmetiyên sekinandina belavbûna van bûyeran li kampa Holê de, berpirsa hêzên ewlehiyê yên kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bahiyê Hisên ji ANHA`yê re axivî û got: "Binpêkirinên li kampa Holê zêde dibin, xetereya zêdebûna radîkalîzma li kampa Holê pir mezin e, divê hemû alî bi berpirsyariya xwe rabin, di demekê de ku êrişa Tirkiyê li ser herêmê heye."

Bahiyê Hisên wiha domand: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kampên çeteyên DAIŞ`ê hene; kampa Holê û Kampa Roj. Li her du kampan bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene. Bi destpêkirina êrişa Tirkiyê li ser herêmê re li kampan jin û zarokên DAIŞ`ê filitîn. Jinan di koman de xwe bi rêxistin kirin, ji bo îsyan û filitandinê xwe bi rêxistin dikin. Her wiha ji bo ku jinên hewl didin dûrî fikra DAIŞ`ê bikevin darizînin, ew jin bi rêya kuştin, şewitandina konan û revandina zarokan jinan didarizînin. Ev yek bi taybet li kampa Holê pêk tê."

Kamp 7 beş e; koçberên Iraqê yên ji ber êrişa çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê ya Iraqê di sala 2014`an reviyane, li beşên 1, 2, 3 dimînin, di beşa 4’an de koçberên ji herêmên Sûriyê (Heleb, Humis, Dêrazor, Idlib, Reqa û Tebqa) û li beşên 5, 6, 7 malbatên çeteyên DAIŞ`ê dimînin. Her wiha aliyek taybet bi navê ‘Muhacîrat’ heye ku jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî lê dimînin.

Der barê zehmetiyên rawestandina belavbûna van bûyeran li kampa Holê de, Bahiyê Hisên diyar kir ku gelek aliyên ku dibin asteng di naskirina wan koman de hene û wiha got: "Astengiyên herî girîng ku rastî me tên, jinên li kampa Holê ne. Hemû cihên reş li xwe dikin û rûgirtî ne. Ev yek dibe asteng ku em wan ji hev derxin, her wiha gelek kesên di vê kampê de dimînin, ji malbatên çeteyan in û tevgera jinan li kampê bi awayê komên mezin in. Ev yek jî dibe asteng ku bi azadî lêkolîn bibe, her wiha amûrên elektronîk ên pêşketî li gel hêzên ewlehiyê tune ne ku bigihîjin kesên van bûyeran pêk tînin."

Di beşên kampa Holê yên ji bo malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ji nasnameyên Sûriyê û Iraqê hatine veqetandin, 31 hezar kes ji jin, zarok û xizmên çeteyan dimînin. Her wiha nêzî 10 hezar kesên din ên ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî dimînin. Ev hejmar piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê di cihê xwe yê herî dawî de li Baxozê ji aliyê QSD’ê ve di Adara sala borî de, hatin kampê.

‘DIVÊ ÇETE BÊN DARIZANDIN’

Ji bo erkên ku dikevin ser milê aliyên pispor ên antîterorê û ji bo pêşîgirtina bûyerên bi vî rengî û belavbûna fikirên tundraw, berpirsa hêzên ewlekariyê ya kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bahiyê Hisên wiha axivî: "Çareseriya tekane ew e ku hemû pêdiviyên pêwîst ji me re bên peydakirin, her wiha em bi awayekî cidî li ser avakirina dadgehên navneteweyî li Sûriyê ji bo darizandina çeteyan û malbatên wan kar bikin. Dîsa divê em di aliyê ewlehî de piştgiriya QSD`ê bikin û em li ser dewletên rojavayî zextê bikin ku hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de vegerînin welatê wan. Ev tişt çareseriyeke demdirêj ku nahêle bûyerên bi vî rengî rû bidin, dê bi xwe re bîne."

Li herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampên Hol û Roj ji bo malbatên çeteyên DAIŞ`ê hatine veqetandin. Her wiha zêdetirî 10 kampên din ku Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe û tê de zêdetirî milyonek kes ji koçber û penaberên Iraqê dimînin, hene.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2DLUNYYU-bY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>