Mijarên rojnameyên erebî – 11 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser civînên Astanayê yên der barê Sûriyê de, rûdanên li Lîbyayê û Lûtkeya Kendavê.

Mijarên rojnameyên erebî – 11 Kanûn
11 kanûn, 2019   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: GERA 14’EMÎN A CIVÎNÊN ASTANAYÊ BI TEXMÎNÊN SIVIK DEST PÊ KIR

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî mijara destpêkirina gera nû ya civînên Astanayê.

Girêdayî mijarê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê (Astana) xebatên gera 14’emîna dan û standinên rêveçûna Astanayê di nava şansê pêkanîna "binpêkirinê" de, piştî binketina hewldanên beşdarkirina nûnerên "komîteya destûrê" yên Sûriyê di nîqaşan de û berfirehkirina agahiyên berê di nava aliyan de, li ser gelek dozan ku jê jî dîlgirtî, girtî, rewşa mirovî û bilindkirina asta şerê li Idlibê de, pêk hatin."

Tevî vehesiya Rûsyayê ji lidarxistina gerê bi beşdariya tevahî şandeyên vexwendî piştî derengxistina sozan, ji Cotmeha borî ve gelek caran Moskovê hêvî dikir ku hevdîtin vegere nuqteya destpêkirinê ya derbaskirina rêveçûna nîqaşên li ser destûrê. Her wiha Moskovê hewl da nûneran ji aliyên opozîsyonê û hikumetê tev li komîteya destûrê bike ku bi wê re jî civîna dawîn a komîteyê bi bin ket.

Şande bi heman şêwaza berê hatin dîzaynkirin. Serokatiya hikumetê balyoz Beşar El-Caferî yê nûnerê Sûriyê li NY’yê, serokatiya şandeya opozîsyonê Ehmed Tamê yê serokê "Hikumeta Demkî" û nûnertiya şandeyên dewletên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê wekî bere (cîgirên wezîrên derve) man.

Nûnerê serokatiya Rûsyayê yê li Sûriyê Lavrentiev bal kişand ser nuqteya binakok a bi Tirkiyê re û îşaret bi asta şer a bilind li herêma Idlibê kir. Tevî ku piştrast kir ku tu niyetên destpêkirina operasyona leşkerî ya berfireh tune ye, lê belê di heman demê de bal kişand ser û wiha got: "Pêwîst e dewleta Tirk topbarana li ser Helebê ji hêla terorîstan ve rawestîne. Ji ber ku herêma bêçek a Idlibê, herêmeke di bin berpirsyariya hevkarên me yên Tirk de ye."

Lê belê ev ne xala yekemîn e ku di xebatên roja yekemîn a gerê de derketiye. Her wiha pisporên Rûsyayê da zanîn ku dê civîn bi encamên girîng bi dawî bibe. Tevî Moskov di hevpeyvîna înê ya Sergey Lavrov bi Pedersen re îqna kir ku beşdarî gerê bibe, lê nûnerê navdewletî beriya destpêkirina dan û standinan bang li Rûsya û Îranê kir ku heke dixwazin dosyeya vegera koçberan a Sûriyê nîqaş bikin, divê guhartinan li ser erdê pêk bînin.

Pedersen wiha got: "Divê Rûsya û Îran heke dixwazin guhartinan li Sûriyê pêk bînin, xebatê bi YE û DYA’yê re bikin."

Pedersen wiha lê zêde kir: "Pêdiviya me bi guhartinên pratîkî heye, ji ber ku bêyî wê ne pêkan e koçber vegerin welatê xwe."

Ev gotin tevî îhtîmalên pêkanîna pêşdeçûneke di planên Rûsyayê yên der barê dosyaya vegerandina koçberan re, kêm in. Li aliyekî dîtir jî civînên komîteya destûrê hişt ku ev texmîn kêm bibin. Moskov jî li gorî axaftina cîgir wezîr Sergey Verşînin a beriya çend rojan, hêvî dikir ku hevdîtina "rêveçûna Astana-1 ajoyeke bingehîn a pêşketina nîqaşan” ava bike.

Bi tunebûna nîqaşên der barê mekanîzmeya rêveçûna xebata komîteya destûrê de, mijara ku di vî alî de xwe daye pêş, li ser gotinên giştî yên der heqê pêşniyara veguhastina xebatên komîteyê ya Şamê, zêde nebûn ku beriya çend rojan serokê dikeya Moskovê Qedrî Cemîl pêşkêş kiriye. Nûnerê navdewletî duh li ser pêşniyarê wiha axivî: "Mijara veguhastina rêniştinên formekirina komîteya destûrê ya Şamê li ser sûriyan bi xwe vedigere."

EL-EREB: ŞERÊ KU TIRKIYÊ BERÊ BI WEKÎLAN DIKIR, NIHA BI XWE DIKE

Têkildarî tevgera dewleta Tirk li herêmê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di şandina hêzan li Lîbyayê de, dide diyarkirin ku şerê Tirkiyê yê ku berê bi wekîlan dikir, niha bi xwe dike. Enqere biryar daye û dibe ku di her kêliyê de hêzên xwe belav bike.

Erdogan duh careke din gefên şandina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê re xwarin û li pêşiya gelek xwendekaran li Enqerayê got eger hikumeta Lîbyayê li Terablûsê alîkariyê ji Tirkiyê bixwaze, mimkun e ku Enqere hêzên leşkerî bişîne Lîbyayê.

EL-BEYAN: RIZGARKIRINA TERABLÛSÊ NÊZ E

Her wiha rojnemeya El-Beyan wiha got: "Fermandarê giştî yê artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter duh fermanên girêdayî pêvajoya dawîn a rizgarkirina Terablûsê da.”

EL-EYN: DAXUYANÎ Û RAGIHANDINA RIYADÊ… NEXŞEYA RÊYA PÊŞEROJA KENDAVÊ

Têkildarî rewşa Kendavê rojnameyê wiha nivîsî: "Lûtkeya 40’an a Kendavê xebatên xwe li paytexta Siûdiyê Riyadê duh bi daxuyaniya der barê rêyên xurtkirina karê hevbeş de bi dawî kir û ragihand ku Îmarat serokatiya meclisa hevkariyê wergirt.”

ANHA