Li Kobanê komxebata siyasî dest pê kir

​​​​​​​Komxebata siyasî ya yekemîn li Kobanê bi beşdarbûna hejmareke partiyên siyasî yên kurdî û rewşenbîran bi dirûşma "Tenê bi yekitiya xwe em dikarin azadî û çarenûsa xwe bi dest bixin" dest pê kir.

Li Kobanê komxebata siyasî dest pê kir
11 kanûn, 2019   09:05
KOBANÊ

Piştî banga Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê ji partiyên siyasî, kesayetên welatparêz û serbixwe û di çaroçoveya avakirina lêvegereke siyasî kurdî ku nûnertiya helwestên kurdî li ser asta navdewletî bike û di çarçoveya êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Rojava, komxebat tê lidarxistin.

Partiyên siyasî yên kurdî mîna Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyê (PDKS), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (PYDKS), Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (PDKS) û Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) banga Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê pêk anî.

Her wiha partiyên siyasî, kesayetên welatparêz, serbixwe yên kantonê beşdarî komxebatê bûn. Komxebat li parka Ronî War a li navenda Kobanê tê lidarxistin.

Di destpêkê de lêkolînerê siyasî Mesûd Mihemed axivî û got aliyên şer li Sûriyê û Tirkiyê ji beriya çend salan di nava şerekî leşkerî û siyasî de ne û lihevkirinên ku di wan de dibêjin divê şer li dijî Kurdan li ku derê be were kirin û ji bo vê yekê jî nêrîna wan dibin yek her wiha li Îran û Iraqê jî.

Li parka ku komxebat lê tê lidarxistin tabloyên bi nivîsa "Kurdistan welatê me ye, zimanê me kurdî ye, dîroka me zerdeştî ye û giyanê me êzidî ye" û "Ji berxwedana keleha Hewlêrê heta Kobanê keleha berxwedanê em ê li ser soza xwe bin heta Kurdistanê rizgar bikin" hatine daliqandin.

Komxebat dê du rojan dewam bike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nFzrWHDE7bU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>