Ebdî: Rûsya û Amerîka ji rêgirtina li pêşiya guhertina demografyaya herêmê berpirsyar in

Mezlûm Ebdî got, Rûsya û Amerîka ji rêgirtina li pêşiya guhertina demografiya herêmên dagirkerî berpirsyar in û bang li wan kirin ku sozên xwe bi cih bînin û mekanîzmeya vegera niştecihên resen deynin.

Ebdî: Rûsya û Amerîka ji rêgirtina li pêşiya guhertina demografyaya herêmê berpirsyar in
10 kanûn, 2019   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê daxuyanî da.

Ebdî got ‘‘Bicihkirina miloyan kesan li bajarê Girê Spî û Serêkaniyê‘‘  ku serokê Tirkiyê ragihandiye, mijareke pir xeter e, armanc dike ku kesên biyanî li van bajaran bi cih bikin.

Mezlûm Ebdî ragihand ku Rûsya û Amerîka ji rêgirtina li pêşiya guhertina demografyaya herêmên dagirkerî berpirsyar in û bang li wan kir ku sozên xwe bi cih bînin û mekanîzmeya vegera niştecihên resen deynin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh bi awayekî eşkere ragihand ku niyetên wê yên guhertina demografyaya herêmên ku ji Serêkaniyê heta Girê Spî hene û dixwaze zêdeyî milyonan kes ku piraniya wan malbatên çeteyan û eygur û çeteyên biyanî li van herêman bi cih bike.

ANHA

<blockquote class="twitter-tweet" data-lang="ar"><p lang="ar" dir="rtl">ما أعلنه الرئيس التركي عن &quot;بدأه العمل على إسكان مليون شخص في مدينتي تل أبيض ورأس العين&quot; أمر خطير جداً يهدف الى توطين غرباء في هذه المدن، روسيا وأمريكا تتحملان مسؤولية منع تغيير ديمغرافية المناطق المحتلة وندعوهما الى تنفيذ التزاماتهما ووضع آلية لعودة السكان الاصليين.</p>&mdash; Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) <a href="https://twitter.com/MazloumAbdi/status/1204480737891770368?ref_src=twsrc%5Etfw">١٠ ديسمبر ٢٠١٩</a></blockquote>
<script async src="https://platform.twitter.com/widgets.js" charset="utf-8"></script>