Piştî rojekê ji rûdanan...bi girse xwepêşandêr herikîn û artêş li qadan belav bûn

Xwepêşandêrên Iraqê  berê xwe dane Qada Tehrîrê ya Bexdayê. Her wiha jî hêzên Iraqê serweriya pira Senek û Qada Xilanê kir.

Piştî rojekê ji rûdanan...bi girse xwepêşandêr herikîn û artêş li qadan belav bûn
7 kanûn, 2019   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro torên çapemeniyê ragihand ku hejmareke girse ji xwepêşandêran berê xwe da Qada Tehrîr a Bexdayê da ku êrişên li ser xwepêşandêran li pira Senek û Qada Xilanê şermezar bikin.

Çekdarên devpêçayî ku li ser erebeyên sivîl siwar bûne duh gule bê ser û ber ji rûberên nêz ve li ser xwepêşandêran reşandin. Bi wê re jî rewşeke tirs di nava xwepêşandêran li Qada Xilanê ya li nêzî pira Senek rû da.

Bîlançoya gihişt 16 kesan tevî bi dehan birîndarî ji xwepêşandêran.

Kanala Someriyê News daxuyand ku endamên artêşa Iraqê vê sibehê li qadên Senek û Ehrar ên naverasta Bexdayê belav bûn.

Li aliyekî din jî duh Washingtonê ceza li ser 4 rayedarên Iraqê ku têkiliya wan bi çewisandina xwepêşandêran re heye, ferz kir.

Ceza li ser; Leys El-Xuzelî, Qeys El-Xuzelî û yê dawiyê jî serokê hêzên milisên Ehilulheq ên Iraqê yên nêzî Îranê, birî.

 

Her wiha jî ceza li ser Husên Falih El-Lamî yê ku rayedarê ewlehî yê hêzên El-Heşid El-Şeibî  Xemîs El-Îsawî ku xebatkarê Iraqê yê dewlemend ku bi gendeliyê û dayîna bertîlan a ji rayedarên hikumetên Iraqê re tewanbar jî, hat birîn.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê got, ceza bi sedema binpêkirina mafên mirovan an jî bi sedema gendeliyê pişît xwepêşandanên heyî, hatin birîn.

Xwepêşandanên Iraqê di destpêka meha Cotmeha borî li dijî gendelî û lawaztiya xizmetguzariyan de, dest pê kirin û piştre asta daxwazên xwepêşandêran bilind bûn ku bigihîne sererastkirina giştî ya rejîma siyasî. Bi wê re jî serokwezîr Adil Abdulmehdî îstîfa kir.

(fr