Lubnanî ji bo redkirina avakirina hikûmetê ji aliyê El-Xetîb ve dadikevin qadan

Gelê Lubnanê dê îro dakevin qadan û çareseriya siyasî ku di encamê de karsazê bi navê Semîr El-Xetîb ji bo avakirina hikûmeta tekno-siyasî hate erkdarkirin, red bikin.

Lubnanî ji bo redkirina avakirina hikûmetê ji aliyê El-Xetîb ve dadikevin qadan
7 kanûn, 2019   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kenala LBC ya Lubnanê, du kerwanên xwepêşandêran di bin dirûşmeya "Ji qadên başûr ber bi tevahiya Lubnanê " de, li hemî qadên Lubnanê belav bûne.

Her wiha komeke aktîvîstan li qada Elem li bajarên Sor û Nabtiyê kom bûn da ku kerwanê xwepêşandêran birêkeve.

Lubnanî dibînin ku ev çareseriya siyasî dê hikûmeteke weke yên beriya wê ava bike, ji ber vê yekê nerazîbûna xwe nîşan didin.

Serokê komara Lubnanê Mîşal Ewin, duşema bê weke dema hilbijartên serokekî nû ji bo hikûmetê ji aliyê şêwirmendên niyabî ve, ragihand.

 Tê texmîn kirin ku şansê Semîr El-Xetîb di cih giritina li şûna Seed El-Herîrî ji bo avakirina hikûmetê, zêde be.

El-Xetîb karsazekî nêzî El-Herîrî ye û navê wî piştî têkçûna hewldanên siyasî ji bo erkdarkirina her du wezîrên berê Mihemed El-Sedefî û Bihêc Tebare, hate pêşniyarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, di 17`ê Mijdarê de gelê Lubnanê ji bo şermezarkirina baceyên ku hikûmetê ferz kirin û red kirina rewşa aborî û jiyanî li welêt, dest bi xwepêşandanan kirin. Di encamê de El-Herîrî di 29`ê Cotmehê de istîfa kir.