Mijarên rojnameyên erebî – 7 Kanûn

يRojnameyên erebî yên îro behsa nakokiyên di navbera Rûsya û rejîmê der barê komîteya destûrê, xwepêşandanên li Lubnan û Iraqê û krîza di navbera Washington û Enqereyê de, kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 7 Kanûn
7 kanûn, 2019   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-ŞERQ EL-EWSET: DI NAVBERA MOSKOVA Û ŞAMÊ LI SER DESTÛRÊ NAKOKÎ, DÛRKETIN Û LIHEVKIRINÊN CEWHERÎ

Rojnameyên erebî yên vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî nakokiya di navbera Moskova û rejîma Sûriyê de, di vê çarçoveyê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha li ser nivîsî: "Dûrketinên şeklî di navbera Moskova û Şamê de der heqê danûstandina bi komîteya destûrê ya Sûriyê re li hember mayîna lihevkirinên cewherî, derketin. Her wiha jî rejîma Sûriyê bi komîteyê girtiye ku(bloka desthilatî ye) û ne pêkan e destwerdanên derve li xebata wê bên kirin û Rûsya jî daxuyand ku pêwîst e "tu qeydên demê li xebatên wê neyên ferzkirin."

Rojnemayê ev tişt lê zêde kir: "Gera duyemîn a ku îna borî bi dawî bûye, bi nepeniyekê bi dawî bû. Şandeya rejîmê ya ku li Şamê navê wê bûye"Şandeya nîştimanî" li ser biryarên "xalên nîştimanî" israr kir. Her wiha jî destwerdana dewleta Tirk, Amerîka, Teror û cezayên rojava, red kir. Li Şamê şandeyeke din bi navê "şandeya rejîma Tirkiyê" dest pê kir. Washigton, London û "Desteya danûstandinan", Şam bi "astengkirina" xebata komîteyê berpirsiyar hilgirt û Karên Derve yên dîtir vekirina bendên dîtir ên biryara 2254 wek hewaya yekalî, girtî û... pêşniyar kirin. Di heman demê de rejîma Sûriyê destwerdana Amerîkayê ya xebata komîteyê ku li ser metoda diyaloga sûrî-sûrî û serweriya Sûriyê li gor biryara 2254’an li dar ketiye, şermezar kir."

Ji aliyê xwe ve jî duh Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyand ku hevdîtina Lavrov û Pedersen li ser "rewşên di komîteya destûrê piştî destpêkirina wê û encamên her du rûniştinên borî li Cinêvê û pirsgirêka hevdîtina navdewletî ya dîtir der barê Sûriyê de bi forma Astana di rojên 10 -11’an a meha borî li dar ketiye, hatin nîqaşkirin." Rûsya diyar kir ku nûnerê navdewletî daxwaza vê hevdîtinê kiriye.

Anku ji hêla naverokê ve, hê jî Moskova hevsegniyê di navbera parastina li ser xebata Cinêvê bi sedema têkiliyên xwe yên navdewletî û lîstika mezin a bi amerîkiyan û ewropiyan re ji aliyekî ve û ji aliyekî din jî rêveçûna Sotchi-Astnan a parastina li ser hevparên herêmê; Tirkiyê û Îranê û ji wê jî zêdetir hevkariya leşkerî ya mezin di navbera Moskova û Enqereyê li Rojhilatê Firatê û Idlibê de, pêk tîne.

ÎMARAT EL-YEÛM: EL-HERÎRÎ DAXWAZ ALÎKARIYA ABORÎ JI BO LUBNANÊ DIKE DA KU MADEYÊN SEREKE PEYDA BIKE

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha got: "Serokê hikumeta dewrkirina kar Seed El-Herîrî duh daxwaza alîkariya aborî ji dewletên biyanî û gelek dewletên Ereb ji bo Lubnanê kir, da ku madeyên xwarinê û sereke peyda bikin û kêmbûna peran derbas bikin. Di demeke ku serokê Lubnanê Mîşêl Un teqez kir ku avakirina hikumeta bê, dê alîkariya dostên Libnanê bike da ku rêya kongreya alîkariya aboriya Libnanê "Cedar" dewam bikin.”

EL-BEYAN: AMERÎKA: ÎRAN DI GEFÊN XWE JI EWLEHIYA ROJHILATA NAVÎN RE DIDOMÎNE

Têkildarî rewşa Îranê rojnameya El-Beyan wiha got: "Şêwermenda Amerîka li gel Netewên Yekbûyî Kelly Craft diyar kir ku Îran di gefên xwe ji ewlehiya Rojhilata Navîn re didome. Her wiha Craft teqez kir ku welatê wê dê di hemleya şantajan li ser Îran de dewam bike.

Her wiha Craft got ku desteka Îranê ji Huzbullah re istîqrara li herêma Rojhilata Navîn xirab dike.

Craft di civîna çapemeniyê li NY`ê de destnîşan kir ku tu guhertin di rêbazê rejîma Îranê de pêk nehatiye, Tehran di destwerdana xwe di karûbarê Sûriyê, Iraq û Yemenê de didome.

EL-EREB: TIRKIYÊ NAKOKIYA BI DYA`YÊ RE GIRANTIR DIKE, JI BER PEYMANA NÛ YA S-400

Têkildarî rewşa nêzikbûna Rûsya û Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha got: "Xuya dike ku doza moşekên Rûsya S-400 dê têkiliya Amerîka û Tirkiyê aloztir bike, taybet piştî nûçeyên ku dê beşeke nû ya sîstema parastina hewayî ya moşekên S-400 bikre û peymanên nû îmze bike.

Ajansa Enterfax a Rûsî ya nûçeyan duh ji perpirsekî payabilind a ji rayedarekî payebilind ê Ajansa Hevkariya Leşkerî ya Rûsyayê  ragihand ku Rûsya û Tirkiye di îmzekirina peymana radestkirina komeke nû ji sîstema moşekên S-400 a Rûsyayê de dixebitin.

(ekib)