Balafirên Rûsya û rejîmê careke din gundewarên Idlibê bombebaran kir

Balafirên Rûsya û rejîmê careke din îro sibehê gundewarên Idlibê  bombebaran kir, her wiha şer di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de didome.

Balafirên Rûsya û rejîmê careke din gundewarên Idlibê bombebaran kir
7 kanûn, 2019   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsya îro sibehê bajarokê El-Barê li gundewarên başûrê Idlibê û gundê El-Refê li rojhilatê Mera El-Niman bombebaran kir.

Balafirên rejîmê bajarokê Kefirnibil bi bermîlên teqemeniyê kir hedef, lê tu agahî der barê ziraran û hejmara kuştiyan nehat zanîn.

Bombebarana asmanî îro sibehê piştî bêdengiyekê li herêmê rû da, li eniyên gundewarê başûr rojhilatê Idlibê û eniyên Kebanê li Cebel Ekrad şer bi çekên giran di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên Tirkiyê de rû da.

Li herêmên bi navê "Bê çek" di van rojan de şerê giran rû da, ew şer di demeke ku binketineke di civîna nû ji rêzecivînên bi navê Komîteya Destûrê pêk hatin.