Mijarên rojnameyên erebî- 5 Mijdar

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li “herêma bêçek”, aloziya siyasî li Lubnanê û rikeberiya di navbera Fransa û Tirkiyê de kir.

Mijarên rojnameyên erebî- 5 Mijdar
5 kanûn, 2019   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: HIŞYARIYÊN REJÎMÊ DER BARÊ BINPÊKIRINAN DE, TÊ TEXMÎNKIRIN KU ŞER LI IDLIBÊ BI DESTEKA RÛSYAYÊ DIJWARTIR BIBE

Rojnameya Şerq El-Ewset têkildarî rewşa Sûriyê nivîsî: “Duh Moskovê teqez kir ku dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li ser dirêjahiya sînorê Bakurê Sûriyê di çarçoveya lihevkirina Soçiyê ya bi Tirkiyê re ku di Cotmehê de hate pêkanîn, didome.

Serokê Navenda Rûsyayê ya Lihevanînê li Sûriyê Lîwa Yuri Borinkov duh axivî û ragihand ku planên berfirehkirina çalakirina herêmên ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê didome. Her wiha got vê carê herêm berfireh bû û du parêzgehên cuda; Heleb û Reqayê girtin nava xwe. Di heman demê de, dewriyeyên hewayî yên helîkopteran jî derketin da ku parastina erebeyên leşkerî yên li erdê bike.

Borinkov bal kişand ser rewşa Idlibê nexasim gurbûna şer di van rojên dawî de û got: “Çekdarên li “herêmên bêçek” binpêkirinên xwe dewam dikin. Di 24 saetên dawî de, 56 topbaran çêbûne û 32 bajarok û gund li parêzgehên Heleb, Laziqiyê û Idlibê girte nava xwe.”

Baregeha Himêmîm ragihand ku wan bi dehan binpêkirin li derdora Idlibê şopandine, ev yek diyar dike ku Şam ji bo dest bi operasyoneke berfireh bi desteka balafirên Rûsyayê bike, xwe amade dike.

EL-EREB: NÎŞANEYÊN SERHILDANA LI DIJÎ HIKUMETA EL-WÎFAQ RÊ DIDE DERBASBÛNA ARTÊŞÊ LI TERABLÛSÊ

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Aliyên Lîbyayê yên rewşa xwepêşandanan li pêşiya Meclisa Serokatiyê ya Lîbya dişopînin, diyar kir ku nîşaneyên serhildanê li dijî hikumeta El-Wîfaq bi serokatiya Fayîz El-Sîrac û milîsên girêdayî wî ku îslamî wan bi rê ve dibin, hene. Her wiha destnîşan kir ku çekdarên ne girêdayî milîsên îslamî êdî piştî ketina Terablûsê di destê hêzên artêşa Xelîfe Hefter de hesab dikin û difikirin ku di zûtirîn demê de xwe ji keştiyê biavêjin.

EL-BEYAN: LUBNAN BER BI HIKUMETA TEKNO-SIYASÎ VE

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Hikumeta nû li Lubnanê êdî di navbera du kevanekan de ye, ew yek ji daxuyanî, nûçe û tevgeran de xuya dike, a girîng gotina ji serokê hikumetê yê îstifaya xwe daye Sead El-Herîrî ku erêkirina xwe der barê erkdarkirina endezyar Semîr El-Xetîb de ji bo avakirina hikumetê ku êdî nîşaneyên wê zelal dibin, diyar kir, dê tekno-siyasî ji 24 wezîran pêk were, lê ji parvekirinê naqede ku tevgera gel li dijî wê ye, bi dawî nabe.”

ÎMARAT EL-YEÛM: LÛTKEYA NATO’YÊ YEKBÛN Û HEVGIRTINA ENDAMAN TEQEZ DIKE

Der barê lûtkeya NATO’yê de, rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsî: "Duh rayadarên NATO’yê daxuyaniyeke hevpar parve kir, tê de yekbûn û hevgirtina xwe tekez kir, tevî jihevketina wan der barê lêçûn û stratejiyên beriya lûtkeya wan û di daxuyaniya wan de wiha diyar kirin: "Ji bo em parastina ewlehiyê bikin, divê em bi hev re li pêşerojê binêrin."

Rojnameyê wiha domand: "Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg da zanîn ku lûtkeyê qala axaftina der barê astengiyên Çînê hate kirin de, em Çînê teswîq dikin ku hevpeymanan bi me re îmze bikin."

Têkildarî rewşa Rûsyayê, Stoltenberg wiha got: "NATO her tim hêvî dike ku diyalogê bi Rûsyayê re bike, divê em nekevin pêşbirka bi hev re, ji ber ku ev yek wê xeternak û bi temen be.”

EL-EREB: JI BER RASTHATINA BERJEWENDIYÊN LI AFRÎKAYÊ NAKOKIYÊN DI NAVBERA FRANSA Û TIRKIYÊ DE ZÊDE DIBIN

Têkildarî rewşa nakokiya Fransa û Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha got: "Lûtkeya NATO’yê nakokiyeke nû di navbera Emmanuel Macron û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de derxist. Ev nakokî jî bi sedema rasthatina berjewendiyên her du aliyan li Afrîkayê bû.”

(jo)