Esper: Vekişandina hêzên me ji Sûriyê bi dawî bû

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku artêşa welatê wî vekişandina xwe ya leşkerî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî kir. Her wiha dê nêzî 600 leşker bimînin.

Esper: Vekişandina hêzên me ji Sûriyê bi dawî bû
5 kanûn, 2019   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê li ser zimanê wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper dema ku ji lûtkeya NATO`yê vegeriya, ragihand ku "DYA`yê vekişandina xwe ya leşkerî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temam kir. Hêzên xwe ber parçeyên din ên Sûriyê ve birin. Niha jî nêzî 600 leşkerên Amerîkayê li wê derê hene."

Esper tekez kir ku Washington dibe ku hejmara hêzên xwe li Sûriyê li gorî pêwîstiyê kêm bike, heger hevalbendên Ewropayê destek dan vê erka li Sûriyê. Her wiha destnîşan kir ku di vê demê de dê hejmara hêzên wan ên mayî 600 be.

Esper wiha diyar kir: "Dibe ku em hindek hevalbendên xwe yên dixwazin hêzên wan jî beşdar bibin, bibînin."

Esper destnîşan kir ku heger dewleteke hevalbend biryar da ku 50 leşkerên xwe bişîne Sûriyê, di wê demê de dê 50 leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê vekişînin.

(bx)