Artêşa dagirker careke din êrişî Til Rifetê dike, birîndar hene

Artêşa Tirk a dagirker careke din êrişî navçeya Til Rifetê dike. Tê gotin ku birîndar hene.

Artêşa dagirker careke din êrişî Til Rifetê dike, birîndar hene
2 kanûn, 2019   14:13
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker piştî komkujiyê careke din êrişî navçeya Til Rifetê dike. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di êrişê de birîndar hene.

Artêşa dagirker beriya saetekê li navçeya Til Rifetê komkujiyek pêk anîbû, di encamê de 9 sivîl şehîd bûn û bi kêmanî 10 birîndar bûn.

ANHA