Çeteyên artêşa Tirk taxên Hebelê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên taxên Helebê yên din bin serweriya hêzên rejîmê de topbaran dikin.

Çeteyên artêşa Tirk taxên Hebelê topbaran dike
2 kanûn, 2019   15:08
HELEB

Çavkaniyên ji taxa Suryan a Helebê ya bin serweriya hêzên rejîma Sûriyê de diyar kirin ku di vê kêliyê de artêşa Tirk û çeteyên wê bi hawin û moşekan bejahiya bakurê rojavayê bajarê Helebê topbaran dikin. Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên Tirkiyê ji devera Zehret Abd Rebeh û bajarokê Kefer Hemra topban davêjin. Di encamê ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan wêran bû.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin taxa Suryan a nêzî nexweşxaniya Firasnî û dibistana El-Kelîma ya taybet ku li taxê ye hatin hedefkirin.

 (eh)

ANHA