Şêniyên Tebqayê şehîdê Lîwa Şoreşgerên Idlibê oxir kirin

Bi sedan şêniyên Tebqayê û gundewarê wê cenazeyê şehîdê Hêzên Sûriye Demokratîk Edhem El-Hesen ( Watan ) oxir kirin.

Şêniyên Tebqayê şehîdê Lîwa Şoreşgerên Idlibê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdê Lîwa Şoreşgerên Idlibê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdê Lîwa Şoreşgerên Idlibê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdê Lîwa Şoreşgerên Idlibê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdê Lîwa Şoreşgerên Idlibê oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîdê Lîwa Şoreşgerên Idlibê oxir kirin
2 kanûn, 2019   15:25
TEBQA

Kerwana şehîd ji ber nexweşxaneya Tebqa ya Watanî ber bi Goristana Şehîdan ve kete rê. Endamên saziyên Rêveberiya Sivîl û Hêzên Sûriye Demokratîk tev li merasîmê bûn.

Merasîm li gortistanê bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk ve destpê kir.

Piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê cîgira hevserokatiya Meclisa Zagonsaz Huda Awan, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveber foza Mihemed û bi navê Lîwa Şoreşgerên Idlibê fermendar Mehmûd Ebû Xalid axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de şehîdên berxwedanê yên ku ji bo rizgarkirina axa Sûriyê ji terorê canê xwe feda kirine hatin bibîrxistin. Her wiha axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeriya Tirk dan.

Axaftvanan bal kişandin ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên der heqê gelê Sûriyê de pêk anîne. Di encamê de herêm wêran bû û şênî koçber bûn. axaftvanan bang li gel kirin ku li dora hêzên xwe Hêzên Sûriye Demokratîk kom bibin û rêya şehîdan di azadî û yekîtiya axa Sûriyê de temam bikin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Edhem Hesen şervanê Artêşa Şoreşgeran Lîwa Şoreşgerên Idlibê yak u di bin sîwana Hêzên Sûriye Demokratîk de ye ji hêla heval û malbata wî li goristanê di nav tilîliyên dayîkan de û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

(şx)

ANHA