Hikmet Hebîb:Komkujiya li Til Rifetê berdewamiya komkujiyên Tirkiyê ye

Cîgirê Desteya Rêveber ê Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb piştrast kir ku komkujiya îro li Til Rifet rû da, berdewamiya komkujiyên ku Tirkiye li ser gelên Sûriyê pêk anîn e, di gel nîşana berdewamiya êrişên Tirkiyê ye.

Hikmet Hebîb:Komkujiya li Til Rifetê berdewamiya komkujiyên Tirkiyê ye
2 kanûn, 2019   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di encama topbarana artêşa Tirkiyê ji navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê re, 9  sivîl ku piraniya wan zarok in şehîd bûn û nêzî 10 din jî birîndar bûn.

Têkildarî bûyerê cigirê serokê Desteya Rêveber ê Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb wiha pave kir, îro li navçeya Til Rifetê komkujî pêk hat, ev jî berdewamiya komkujiyên ku partiya AKP`ê li dijî gelên Sûriyê pêk dianî ye, di encamê de zarok bûn qurban.

Hikmet Hebîb wiha pê de çû, Em wek Meclisa Sûriya Demokratîk komkujiya îro rû da şermezar dikin û dibêjin, ku berdewamiya komkujiyên li dijî gelên Sûriyê ye, nexasim li vê herêma bi ewle.Di gel artêşa Tirk li seranserî cografiya Sûriyê bi hincetên bê bingeh êrişên xwe didomîne û ev jî ji cîhanê re piştrast dike ku dewleta Tirk xwedî projeyeke dagirker e û hewl dide herêmên Sûriyê dagir bike.

Komkujiya ku îro qewimî di demeke ku Tirkiyê behsa îdîaya avakirina"herêma ewle"dike, lê belê ew dixweze herêmeke ku li dijî gelan qetilkirinê pêk bîne ava bike.

Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de bang li rawestandina li dijî êrişan kir û wiha anî ziman, li ser vî esasî em bang li hêzên navdewletî dikin, di serî DYA`yê û fedraliya Rûsya ku zextê li ser dewleta Tirk bikin, da ku êrişên xwe li dijî gelên Sûriyê rawestîne û kiryarên pêkanîna sûcan şermezar bikin, her wiha bang li gelên Sûriyê dikin ku li dijî êrişên artêşa Tirk ku pêkhateyên herêmê dike armanc, yek dest bin.

(eh)