ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02. 12. 2019‘AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02. 12. 2019‘AN
2 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xelkê Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê ji bo piştevaniya QSD‘ê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk meşekê li dar dixin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sivîl a Reqayê têkildarî rawestandina karê piraniyia rêxistinên mirovî daxuyaniyê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi pêşengtiya jinan li Kobanê û Qamişlo meşên piştevaniya YPJ‘ê tên lidarxistin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê êla El-Bû Bedran a Dêrazorê Hanît Hawî El-Hanît destnîşan kir ku armanca êrişa Tirkiyê vegerandina hegemoniya Osmanî ye û divê li hember planên wî were sekinandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dîroka pergala parastina hewayî ku îro serkêşiya wê S-400 dikin û bûye mijara nîqaşê, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hate salên Şerê Sar dirêj dibe. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Fermandarê Giştî yê Lîwa Şemal El-Demokratî Ebû Umer El-Idlibî diyar kir ku şerê li parêzgeha Idlibê rû dide, peymanên wergirtin û radestkirinê yên di navbera Tirkiyê û Rûsya de dibe ku di demekê kin de bi pêşketina rejîma Sûriyê her kesî matmayî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêvebera Rêxistina Jinan a Partiya Pêşeroja Sûriyê ya Helebê Xalîda Ebdo diyar kir ku projeya biratiya gelan gaveke bingehîn ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û got, dewleta Tirk siyaseta "Parçe bike, tuyê biserkeve" dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û şîrovekerê siyasî yê misrî Osama El-Enîzî got: “Lihevkirina di navbera Tirkiyê û hikumeta Wîfaq de lîstokek mezin e. Tenê ji bo ku metirsiyên zêdetir li Rojhilata Navîn rû bidin. Ji girîngtirîn armancên lihevkirinê girêdana bi terorê û dorpêçkirina Misrê ye.” (BI WÊNE).

JIN

- Yekeya Neteweyên Yekbûyî ya wekhewiya zayendî; UNWOWEN, bi minesebeta 25’ê Mijdara îsal Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a navneteweyî, ji 25’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê roja mafên mirovan, kampanya “UNITE” anku ‘bibin yek’ da destpêkirin. (BI WÊNE).

BERXWEDANA RÛMETÊ

- Erdoganê qaşo ji bo avakirina herêmeke ewle êriş kir, lê ji ber êriş artêşa wî ya dagirker û çeteyên wî yên hov, zarok li şûna li ser depan perwerdeya xwe bibînin, hovitî û zordariya leşker û çeteyên wê xêz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rixmê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zingilê dêr û ezana mizgeftên navçeya Til Temirê her lê dide û dûaya yekem di van warê baweriyê de sekinandina dagirkeriyê û parastina aramiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyên artêşa Tirk a dagirker mala welatiyê ji Girê Spî yê bi navê Mihemed Çawîş şewitandin. Wî jî tehemûla vê zilmê nekir û krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberekî astengdar diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kesên astengdar û birîndar bi hincetên ku di şerê di nava QSD‘ê de birîndar bûne digirin û ji bo berdana wan fideyê dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA