Hêzên Ewekariyê têkildarî teqîna li Hesekê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê têkildarî teqîna li bajarê Hesekê ragihand ku du endamên wan birîndar bûn.

Hêzên Ewekariyê têkildarî teqîna li Hesekê daxuyanî da
1 kanûn, 2019   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê têkildarî teqîna ku vê êvarê li nêzî çerxerêya  taxa Xiwêran a bajarê Hesekê rû dabû daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di teqînê de du endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Li nêzî çerxrêya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê motorsiklêteke bombebarkirî bi wesayîka leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ve teqiya, di encamê de du endamên hêzên me birîndar bûn."

ANHA