Ji ber zilma çeteyên Tirkiyê jiyana xwe ji dest da

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker mala welatiyê ji Girê Spî yê bi navê Mihemed Çawîş şewitandin. Wî jî tehemûla vê zilmê nekir û krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Ji ber zilma çeteyên Tirkiyê jiyana xwe ji dest da
2 kanûn, 2019   05:30
KOBANÊ-HÊZA HESEN

Komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî û gundên wê yên ku dagir kirine, binpêkirinên xwe ji kuştin, revandin, teqînên domdar û koçberkirina şêniyên herêmê yên resen didomîne.

Di xelekek nû de ji rêzefîlma binpêkirinên çeteyên Tirkiyê li herêma dagirkirî, malbatên kurd ên ku ji bajarê Girê Spî koçber bûne dibêjin çeteyan malên bi dehan kurdên ku ji bajêr koçber bûne dişewitînin.

Çeteyan mala şêniyê kurd ê ji Girê Spî bi navê Mihemed Çawîş (67) piştî ku ber bi Kobanê ve koçber dibe dişewtînin.

Dema Mihemed agahî dibihîze tehemûl nake û kirîza dil derbas dike. Yekser jiyana xwe ji dest dide.

Hedle Hesen(55) hevsera Mihemed Çawîş dibêje: "Bi destpêkirina êrişên Tirkiyê li ser bajêr re me mala xwe li dû xwe hişt. Em niha li malê xelkê dimînin. Ev ne cara yekê ye ku em ji ber çeteyên Tirkiyê ji mala xwe koçber dibin."

Hedle wiha domand: "Me nikarî tiştek ji milkên xwe bi xwe re bianiya. Çeteyan her tişt talan kirin û mala me şewitandin."

Hedle tevî 6 endamên malbata xwe li gundê Til Hacib ê ku dikeve rojhilatê bajarê Kobanê dimîne. Mîna bi sedan ji malbatên ku ji ber êrişên Tirkiyê û komên girêdayî wê ji herêmê koçber bûne rewşên dijwar dijîn.

(şx)

ANHA