Şêrîn Hesen: Êrişên Tirkiyê li gorî armancên hêzên dijberî şoreşan e

Hevseroka Meclisa Rêveberiya Kantona Efrînê Şêrîn Hesen destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewama komploya navdewletî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha diyar kir ku pêşketina projeya demokratîk li herêmê ne li gorî tima û berjewendiyên dewletên komploger e.

Şêrîn Hesen: Êrişên Tirkiyê li gorî armancên hêzên dijberî şoreşan e
1 kanûn, 2019   07:23
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Tirkiyê di 9`ê Cotmehê de li gel bîranîna komploya navdewletî ya ku di heman mehê de ji sala 1998`an  bi tevlibûna hêzên cîhanî û herêmî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şêrîn di vê warî de got: "Dewletên cîhanî her veguherandinek demokratîk li Rojhilata Navîn red dikin. Ji ber wê komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ê ku projeya neteweya demokratîk ji bo çareserkirina dozên Rojhilata Navîn pêşkêş kiriye plan kir. Tirkiyê di heman wê rojê de êrişî herêmê kir. Ev jî teqez dike ku ev êriş berdewama komployayê ye."

Şêrîn destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Ev rêveberî pêş ket û ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bûye nimune. Şêrîn wiha domand: "Dewletên dijberî gelan û şoreşa wan hewl didin vîna gelan bişkînin. Armanca êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina destkeftiyên ku bi saya berxwedana gel hatine bidestxistin e."

Di nav gotinên xwe de Şêrîn got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya xwe ya demokratîk a ku li ser biratiya gelan, jiyana hevbeş û mafên jinê ava bûye didin runştandin. Îro helwesta gel li hember vê komployê bi rêya berxwedana gel li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê diyar e. Her wiha helwestên xwe ji helwestên navdewletî diyar kirin. Ev dewletên ku tenê berjewendiyên xwe dizanin. Mîna lihevkirina Saykis Bîko ya ku 100 sal di ser re derbas bûye."

Şêrîn di dawiyê de got: "Komplo berdewam e lê berxwedan û têkoşîna gel li dijî komplogeran jî mezin dibe û didome. Em li vir teqez dikin ku têkoşîna tevahiya pêkhateyên herêmê dê heta têkbirina komploya li dijî gel û projeya wî ya demokratîk bidome."

(şx/bm)

ANHA