Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome

Artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya projeya asîmîlekirin û parçekirina Sûriyê de binpêkirinên li ser şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî de didomîne, zimanê Tirkî li dewleteke cîran ferz dike,  dibistanên wê vediguherîne bargehên leşkerî û navendên fêrkirina zimanê Tirkî. Tevî vekirina zanîngeh û peymangahên zimanê Tirkî bi çavdêriya çeteyên DAIŞ`ê û zanîngeha Gazî Entabê ya Tirkiyê li herêmên ku dagir dike.

Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome
Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome
Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome
Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome
Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome
Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome
Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome
Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome
Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome
Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome
Asîmîlekirina herêmên dagirkirî didome
1 kanûn, 2019   07:05
ŞEHBA –FÎRAS IBRAHÎM

Di çarçoveya parçekirina Sûriyê û qutkirina herêmên ku Tirkiyê dagir kirine ji herêmên Sûriyê yên din de, dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi tevahiya rêbazan herêmên dagir kirine, ji Sûriyê qut bike, sînaryoya Lîwa Skenderon dubare bike, imperatoriya osmanî û hevpeymana Milî vejîne.

Di vê dawiyê de di çarçoveya asîmîlekirinê û parçekirina Sûriyê bi biryara wezareta perwerdehî ya Tirkiyê zanîngeh û peymangeh li herêmên Tirkiyê dagir kirine, li gorî meteryalên Tirkî li Efrîn, Ezaz û Babê hatine vekirin.

Her wiha bi çavdêriya wezareta perwerdehiyê û zanîngeha Gazî Entab zanîngeha El-Şerîa li Ezazê û fekuletya aborî li li bajarê Babê û fekulteya perwerdehiyê li Efrînê hatin vekirin. Ev zanîngeh bi koordîneya doktor Xesan Camûs ê ku di 2015`ê de xwe wek endamê DAIŞ`ê ragihandiye û çûye bajarê Reqayê ji bo ku birîndarên DAIŞ`ê derman bike, hatin vekirin.

Doktor û çeteyê DAIŞ`ê Xesan Camûs bijîşkê hestiyan e û ji bajarokê Tîba El-Îmam ê parêzgeha Hemayê ye. Li katona Efrînê ya dagirkirî xwe wek endamê DAIŞ`ê ragihand. Ew di nexweşxaneya Qenber de ya li Efrînê ku navê wê di nav çeteyan de bi navê ( nexweşxaneya Efrînê ya navendî) tê naskirin dixebet. Iyadeta wî li rex dibistana amadehî ya Şerîa ye. Artêşa Tirk a dagirker  wî wek çavdêrê zanîngehên ku li herêmên dagirkirî vekirine erkdar kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker li gel ku şêniyên herêmên dagirkirî neçarî xwendina bi zimanê Tirkî û rakirina alên Tirkiyê li dibistan û saziyan dike, cilên dibistanên tirkî li ser xwendekaran ferz dike.

Dagirkerî û çeteyên wê bi zanabûn dibistanên wan herêman veguherandine bargehên leşkerî û cihên îşkencekirina sivîlan bi hinceta ku girêdayî YPG û YPJ`ê ne.

Li rex van binpêkirinan li ser asta perwerdehî, li piraniya herêmên dagirkirî tevliheviyek heye. Rojane çete li ser parvekirina milkên sivîlan bi hev dikevin.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn di 18`ê Adara 2018`an de dagir kirin, bi zanabûn, navên gundan veguherandin zimanê Tirkî ji bo ku demografiya wê biguherin û sivîlan neçar bikin ku nasnameya tirkî rakin.

Ji aliyekî din ve teqînên ku li her derê rû didin û jiyana sivîlan dikin xeteriyê şêniyan nerehet dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ji Cerablusê, Babê heya bighêje Efrînê binpêkirinên xwe ji kuştin, revandin û îşkencekirina sivîlan zêde kirine. Êdî jiyan li wan herêman dijwar bûye.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker bi deh hezaran ji malbatên Turkmen li ser xeta sînor bi cih kirin û ji bo mayîna wan dabîn bike, alîkarî ji wan re pêşkêş kirin. Da ku ji rêxistinên navdewletî re bêje gundên Efrînê û herêmên dagir kirine bi xwe axa Tirkiyê ne.

Xwendekarên Efrînê ji bo ku xwendina xwe temam bikin, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê dibistanên wêrankirî û yên ku çeteyan beriya ku ji herêmê werin qewirandin kiribûn bargehên leşkerî sererast kirin. 

Lê xwendekarên herêma Efrînê ji ber tunebûna pêdiviyên xwendinê tevî wê jî rejîma Sûriyê Şehba kiriye dorpêçê, azar û zehmetiyan dikşînin. Rejîma Sûriyê bi wê tenê nekir lê belê şêniyên Efrînê weke ku ne ji gelê Sûriyê ne dihesbîne.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Hemêd Ristem û xwendekarên Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Di destpêkê de Hemêd Ristem teqez kir ku di destpêka dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de kantona Efrînê zêdetirî 70 dibistan li Efrînê wêran bûn. Yên din jî veguherîne bargehên leşkerî û girtîgehan. Tevî wê jî dagirkerî bi biryara wezareta perwerdehî ya Tirkiyê zanîngeh û peymangeh di çarçoveya dagirkirina bakurê Sûriyê û dubarkirina sînaryoya Lîwa Skenderon de vekirin.

Ristem destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji sedan salan ve hêvî dike bakurê Sûriyê dagir bike û hegemoniya osmanî ferz bike. Ew jî bi rêya guhertina demografiya herêman, ferzkirina zimanê Tirkî û rakirina ala Tirkiyê li ser dibistan û saziyan mîna bajarên Tirkiyê.

Ristem ev tişt teqez kir: "Tirkiyê hewl dide Sûriyê parçe bike, xêrûbereketa wê talan bike, çand û dîroka herêmê biçewsîne. Tevî bicihkirina malbatên Turkmen. Ji bo ku wê wek hincet li pêşiya rêxistinên navdewletî bigire û bêje herêm Tirkî ye û gelê wê bi Tirkî diaxive."

Xwendekarê bi navê Ehmed Reşo yê di asta amadehî de teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên xwe li ser Efrînê bi dehan dibistan wêran kirin û hinek din veguherandin bargehên leşkerî û girtîgehan ji bo ku şêniyan tê de îşkence bikin. Zimanê Tirkî li şûna ya zimanê Kurdî ferz kir.

Xwendekara bi navê Zêneb Meimo rave kir ku ew qebûl nake Tirkiyê zanîngehan li kantona Efrînê veke û got: "Em di şertên dijwar de di dibistanên hema bêje wêrankirî de, li kantona Şehbayê xwendina xwe temam dikin."

Di dawiyê de Zêneb bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dagirkeran ji Sûriyê derxînin û şêniyên Efrînê yên ku koçber bûne vegerin warên xwe.

(şx)

ANHA