Fermandara Hêzên Parastina Xabûr: Gelê Suryan, Ermen û Aşûrî tên hedefgirtin

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Xabûr Madlên Xemîs got “Ji dîrokê heya niha dewleta Tirk bi komkujiyan tê nasîn. Gelê me niha di bin xetereyê de ye. Bi taybet gelê Suryan, Ermen û Aşûrî tên hedefgirtin ku daxwaza wan a temamkirine komkujiya dewleta Osmanî heye.”

Fermandara Hêzên Parastina Xabûr: Gelê Suryan, Ermen û Aşûrî tên hedefgirtin
1 kanûn, 2019   07:56
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Ji 9`ê Cotmehê heya niha êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ranewestiyane û di van demên dawîn de, êrişên hêzên dagirker li dijî navçeya Til Temirê zêde bûne. Navçeya Til Temir ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Xabûr ve, tê parastin.

Têkildarî rewşa dawîn a navçeya Til Temirê Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Xabûr Madlên Xemîs ji ajansa me re axivî û diyar kir ku navçe di bin xetereya êrişan de ye.

Madlên Xemîs da zanîn ku tevî agirbestê, lê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin û got: “Derdora 70 gundên li dora Til Temirê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin. Bi sedan welatiyên van gundan neçarî koçberiyê bûne. Ji roja destpêka şer heya niha em li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.  Êrişên dewleta Tirk di çarçoveya parastina rewa de bê bersiv neman û namînin jî. Dewleta Tirk a dagirker hemû çekên giran, balafirên keşfê û balafirên keşfê yên biçek bi kar tîne.”

‘BANGA ME YA SEKINANDINA ÊRIŞÊN HEWAYÎ PÊK NEHATIYE’

Madlên bal kişand ser bangewaziya sekinandina êrişên hewayî û ev tişt got: “Heger balafirên keşfê yên biçek bi kar neanîba, dewleta Tirk nikarîbû hin gundên Til Temir dagir bike. Me gelek caran bangewazî li dewletan kir lê mixabin heya niha li ber çavên wan herêmên me tên dagirkirin ku ev herêm bi hemû pêkhateyan pêk tê û parastina wê ji aliyê me vê tê kirin. Me daxwaz kir ku balafirên keşfê yên biçek bên qedexekirin lê ev daxwaz jî nehate pêkanîn. Dibejîn agirbest heye lê li ser rûye erdê tiştêk wiha tune ye. Agirbest ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve tê binpêkirin. Em jî wek hêzên parastina Xabûr di çarçoveya agirbestê de ji mafê xwe yê rewa bersivê didin.”

‘JI SALA 2015`AN VE EM XETA XABÛR DIPARÊZIN’

Piştî hêzên QSD’Ê 32 km vekişiyan, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Xabûr xeta Xabûr diparêzin. Madlên diyar kir ku ruxmî vê jî êrîş nehatine rewastandin û wiha domand: “Ji 2015`an heya niha hêzên me xeta Xabûrê diparêzin. Nêzî 5 noqteyên Hêzên Parastina Xabûr di navbera xeta Serêkaniyê û Til Temirê de bi cih dibin. Her wiha hêzên rejîma Sûriyê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî jî li wan gundan bi cih dibin.”

‘LI SER NAVÇEYÊ XETEREYA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ HEYE’

Madlên destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker amadekariya êrişeke mezin li ser navçeya Til Temirê dikin û wiha dewam kir: “Li gundên hatine dagirkirin, çekên giran tên bicihkirin û hêza xwe ya leşkerî û çek jî zêde kirine.”

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Xabûr Madlên Xemîs anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker pişta xwe bi çeteyên DAIŞ û El-Nusra ve girêdaye û got: “ Ev çete jî jixwe girêdayî dewleta Tirk in.  Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê xetereyeke gelekî mezin li ser navçeya Til Temir çêdikin. Ji dîrokê heya niha dewleta Tirk bi komkujiyan tê nasîn. Gelê me niha di bin xetereyê de ye. Nemaze gelê Suryan, Ermen û Aşûrî tên hedefgirtin. Daxwaza wan ya temamkirine komkujiya dewleta Osmanî heye.  Heya dawî jî li dijî van êrişan em ê mafê parastinê pêk bînin.”

Madlên destnîşan kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hin gundên navçeya Til Temirê yên stratêjîk kirine hedef û wiha dewam kir: “Gelek gund li Til Temiêr hene cihên wan gelekî stratejîk in, wekî Til Tewîl û Til Werid. Li van her du gundan girên mezin hene. Di navbera Serêkaniyê û Til Temir de yekem gundê Aşûriyan Til-Tewîl e. Dixwazin vî gundî jî dagir bikin. Gundê Til Werd jî rêya di navbera Zirgan û Til-Temir de girîng e. Ji bo vê riyê bigrin çete êrişî vî gundî dikin. Lê rastî bersivdayîna me jî tên.”

‘JI BO PARASTINA AX Û GELÊ XWE EM LI BER XWE DIDIN’

Têkildarî koçberên ku li gundên Xabûrê bi cih bûne, Madlên diyar kir ku xeta Xabûr bûye herêmeke aram ji bo koçberan û got: “Heger êrişêk çêbe rewşa sivîlan dê bikevê bin xetereyê. Li dijî êrişan erkên me yên sereke parastina ax û gelê me ye. Heya dawî em ê li ber xwe bidin.”

(kc)

ANHA