Di hevpariya Tirkiye û Qatarê de fînansmaniya terorê

Dewleta Tirk, ji bo ku malbatên çeteyên girêdayî xwe li herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, bicih bike, bi Qatarê re kete sektora înşaatê.

Di hevpariya Tirkiye û Qatarê de fînansmaniya terorê
1 kanûn, 2019   06:00
HÊVÎ HESEN

Hikumeta AKP’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin navê “herêma ewle” de xebatên qirkirina nîjadî pêk tîne. Dema ku alîkariya ji bo avadanê ji Ewropayê dixwest negirt, bêrê xwe de hevparê qedera xwe Qatarê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo civîna 5’emîn a Komîteya Stratejîk a Bilind a Tirkiye- Qatarê pêk bîne, di 25’ê Mijdarê de çû Qatarê. Civîn bi serokatiya Erdogan û emîrê Qatarê Şex Temîm pêk hat. Di encama civînê de di navbera her du dewletan de 7 hevpeyman hatin îmzekirin.

Hevpeyman ji bo têkiliyên ekonomîk ên her du welatan xurt kirin û derbaskirina krîza ekonomik a kûr ku hikumeta AKP’ê tê re derbas dibe, ji bo pereyên Qatarê biherikin Tirkiyê, hatin pêkanîn.

Di nava hevpeymanan de ya herî giring a “Di qada bajarvaniyê de hevkarî” derket holê. Hevpeymana “Di qada bajarvaniyê de hevkarî” ku di navbera her du welatan de hat îmzekirin, girêdayî herêmên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, ye.

Beriya niha jî li bajarê Babê yê ku DAIŞ’ê dagir kir û radestî Tirkiyê kiribû, Tirkiyê bi hevkariya Qatarê xaniyên komelî lê çêkirin.  Li xaniyên ku hatin çêkirin, komên terorîst û malbatên wan ên ku her du welat fînanse dikin, lê hatin bicihkirin.

Erdogan, nexşeya cihên bicihbûnê yên ku wê li herêmên dagirkirî çêke, di Lijneya Giştî ya NY’yê de pêşkêş kiribû. Ji bo plana avadanê ya ku xwe dispêre qirkirina nîjadî bixe meriyetê ji welatên Ewropayê alîkarî xwestibû.

Erdogan, alîkariya ku daxwaz kiribû ji Ewropayê negirt, vê carê jî dixwaze bi alîkariya Qatarê plana xwe bike meryetê.

Erdogan plan dike ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigiştî dagir bike, li herêmê 140 gund û 10 navçeyan ava bike û Kurdan li herêmê nehêle.

QATAR Û TIRKIYE Û ALÎKARIYA WAN A JI KOMÊN TERORÊ RE

Qatar û Tirkiye ji şerê navxweyî yê Sûriyê heta niha, di qada navnetewî de alîkariyê didin komên terorîst.

Alîkariya ku didin komên terorîst, di salên derbasbûyî de hem ji aliyê welatên Ewropayê hem jî ji aliyê welatên Ereb ve her tim dihat rojevê.  Li rexma sûcdariyan jî her du welatan alîkariya ku didan terorê, didomînin.

Tirkiyê bi Qatarê re hevkariya stratejîk a alîkariya komên teorîst bi pêş xist. Di çarçoveya hevpeymana hevkariya leşkeri de ku di 28’ê Nîsana 2016’an di navbera Wezareta Parastinê ya Qatarê û Wezareta Parastinê ya Tirkiyê de hate îmzekirin, baregeheke leşkerî ya Tirkiyê li Qatarê hat avakirin.

Erebistana Siûdî, Îmaratên Erebî, Misr û Bahreynê di sala 2017’an de ragihand ku Qatar alîkariyê dide Îxwan El-Muslimîn, DAIŞ û Hûsiyan. Her çar welatan ragihand ku baregeha Tirkiyê ya ku li Qatarê hatiye avakirin, ewlehiya herêmê dixe xetereyê û divê were girtin.

Dema ku Qatarê alîkariya ku dide terorê nesekinand, her çar welatên Ereb têkiliyên xwe yên dîplomasiyê yên bi Qatarê re birîn û ultîmatom danê. Li dijî Qatarê danekirinên ekonomik pêk anîn.

Li rexma hemû fişarên welatên Ereb, Qatar- Tirkiyê dest ji alîkarîdayîna komên terorîst ên li Sûriyê bernedan.

Ji bo ku danekirinên li ser Qatarê werin rakirin, Tirkiyê di qada navneteweyî de gelek hewl da. Dema ku Qatar ji bo alîkariya ku dide terorê di bin fişarê de bû, ji bo ku Tirkiye di aliyê alîkarîdayîna terorê de tenê nemîne, bi hevpeymanên nû hevkariya xwe bi Qatarê re xurt kir. Li hemberî vê Qatarê bi Îran û Tirkiyê re têkiliyên xwe yên ekonomîk xurt kirin.

TÊKILIYÊN QATAR Û TIRKIYÊ ROJ BI ROJ XURTTIR DIBIN

Ji desthilata AKP’ê heta niha her tim veberhênanên Qatarê li Tirkiyê zêde bûn. Di qadên fînans, bankevaniyê, medya û turîzmê de her ku çû veberhênan zêde bûn. Firotina fabrîqeya tank-paletan a ji qatariyan re, demek dirêj  di rojevê de ma.

AKP’ê di bazara Tirkiyê de ji Qatarê re qadên fireh vekirin. Ev yek hem ji bo ji krîza ekonomîk xilas bibe hatina pereyên germ çêkir, hem jî ji bo fînansekirina terorê bi Qatarê re hevkariyeke bihêz bi pêş xist.

Qatar a ku ji bo alîkariya dayî komên terorîst ên wekî DAIŞ’ê ambargo ketî ser, hîn zêdetir berê xwe vegerand Tirkiyê. Li rexma ambargo û fişaran mîrê Qatarê Şêx Temîm ragihand ku dê veberhênaneke 15 milyar dolar li Tirkiyê pêk bînin.

Hevpeymanên ku di 25’ê Mijdarê de di navbera her du welatan de hatin îmzekirin, tê texmînkirin ku dê nêzî 5 milyon dolar qezencê bide Tirkiyê.

Qatar, tekane welatê Ereban e ku ji bo êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî daye Tirkiyê.

ANHA