Mijarên rojnameyên erebî - 29 Mijdar

Rojnameyên îro yên erebî bi giştî bal kişand ser van mijaran; li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çend saetên dawîn de nakokiyên leşkerî yên Rûsya-Tirkiyê, lihevkirina ku El-Sîrac bi Tirkiyê re pêk anî û hêrs û metirsiyên ji ber nezelabûna wê û gurbûna şerê li Iraqê.

Mijarên rojnameyên erebî - 29 Mijdar
29 mijdar, 2019   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lihevkirina El-Sîrac bi Tirkiyê re, her wiha geşbûna bûyerên li Iraqê kir.

ŞERQ EL-EWSET: NAKOKIYÊN LEŞKERÎ YÊN RÛSYA-TIRKIYÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijarên girêdayî Sûriyê kir, ji wan rewşa Bakur û Rojhilatê. Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Di navbera artêşa Rûsya û fesîleyên Sûriyê yên opozîsyonê de ku destekê ji artêşa Tirkiyê digirin, li nêzî bajarokê Eyn Îsayê nakokî derket. Li Eyn Îsayê navenda Rêveberiya Xweser a Kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Moskovê ragihand ku serokê Desteya Erkanê ya Rûsî general Valery Gerasimov bi serokê Desteya Erkanê ya Tirkiyê re general Yaşar Guler re der barê geşedanên li Sûriyê de nîqaş kir. Di heman demê de berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marya Zaxarova got ji bo çareserkirina nakokiyan hindek peywendî çêbûn û wiha anî ziman: "Di nava 24 saetan de me pewyendî di navbera leşker û dîplomatên me de çêkirin. Bi rêya van peywendiyan em pirsgirêkên heyî radikin."

Ji aliyekî din ve hewldanên Rûsyayê ku nehêle tîmeke nû lêkolînê der barê kesên êrişên bi çekên kîmyewî li Dûma ya rojhilatê Şamê pêk bîne, têk çû, piştî ku dewletên endam di rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî de bi piranî erê kir.

EL-EREB: EL-SÎRAC EWLEHIYA LÎBYAYÊ BI PEYMANEKE LEŞKERÎ YA VEŞARTÎ BI TIRKIYÊ RE GARANTÎ DIKE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Peymana leşkerî û ewlehî ya ku serokê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê Fayiz El-Sîrac bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re îmze kiriye, mijarên nû li ser dosyaya Lîbyayê di nava hêrsa gel de ji peymana ku dihêla Enqere rewşên Lîbya, xak û ava herêmê bêyî destûra wê binpê bike, ferz kir."

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku pêncşemê hikumeta El-Wîfaq peymaneke leşkerî ya nû bi dewleta Tirk ku piştevanê sereke di nakokiya bi artêşa nîştimanî ya bi serkêşiya Muşîr Xelîfa Hefter re, îmze kir.

Nezelalbûnek der barê peymanê û bendên wê de heta niha heye. Ev jî metirsiyek der heqê rêvekirina li hember destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk a eşkere ji bo parastina milîsên çekdar li Terablusê de pêk tîne. Her wiha piştî zêdekirina fişarên navdewletî li ser Enqereyê ya rawestandina piştevaniya milîsan a çek û firokeyên bêpîlot, pêk hat.

Çavkaniyên siyasî û gelêrî yên Lîbyayê li ser peymanê, ku parçebûna Lîbyayê rewa dike û garantiya parçeyekê ji xaka wê ji dewleta Tirk re ya ku destwerdana leşkerî di gelek aliyan de ranawestîne, hişyarî da.

Parlamentoya Lîbayê daxuyand ku hedefa peymanê piştgiriya milîsên terorîst a çekan, hiştina Tirkiyê ya bikaranîna hewaya Lîbyayê û destwerdana li ava herêmî bêyî destûrê ye. Ev jî binpêkirineke rastîn a ewlehî û serweriya Lîbyayê ye.

Hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê û rejîma Tirkiyê detayên lihevkirina peyman û bendên wê eşkere nekirin. Di heman demê de firqeyên Lîbyayê piştrast kir ku peymana ku li Stenbolê hatiye îmzekirin, girêdayî "parastina hevbeş" e û dê encamên wê yên yekser di nexşekirina pêvajoya pêş de hebe.

Çavkaniyên siyasî yên Lîbyayê texmîn dikin ku di hefteyên pêş de, dê helwestên herêmî û navdewletî li ser Lîbyayê bên guhartin, piştî îmzekirina peymanê bi Tirkiyê re. Dê ev guhartin jî dengeyên hêzê li herêmê biguherin.

ÎMARAT EL-YEWM: 28 XWEPÊŞANDÊR HATIN KUŞTIN Û LI NECEFÊ PIŞTÎ ŞEWITANDINA KOSOLXANEYA ÎRANÊ QEDEXEYA DERKETINA DERVE

Der heqê Iraqê de rojnameya Îmarat El-Yewm wiha nivîsî: "Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî duh serokşaneya aloziya li parêzgeha Zîqar Cemîl El-Şemerî piştî çend saetên ji erkdariyê ya ferzkirina ewlehiyê li Nasiriyê, îstîfa kir. Di encamê de kiryarên tundiyê rû dan û 24 xwepêşandêr hatin kuştin û li Bexdayê jî 4 xwepêşandêr hatin kuştin. Her wiha desthilatdaran qedexeya derketinê li bajarê Necefê piştî xwepêşandêran konsolxaneya Îranê şewitand, ferz kir.

Kanala fermî ya Iraqê ragihand ku serokwezîrê Iraqê, Serokşaneya Aloziyê ya parêzgeha Zîqar Cemîl El-Şemerî piştî duh kuştina 24 xwepêşandêran li başurê bajarê Nasiriyê, îstîfa kir.

Desthilatan avakirina "şaneyên aloziyê" ji sivîl û leşkeran ku tevliheviyê bisekinîne, ragihand û fermandarê leşkerî ya Heşd El-Şebî soza bikaranîna hêz a nehiştina êrişî li ser desthilatên olî yên şîî da.

Piştî çend hefteyên ji xwepêşandanên girseyî ku bi hedefa hilweşandina hikumetê ku xwepêşandêr dibêjin ew di gendeliyê de gevizîne û piştgiriya xwe ji Tehranê digirin, xwepêşandêran agir bi konsolxaneya Îranê ya li bajarê Necef ê Iraqê xist.

Li aliyekî din jî çavkaniyên bijîşkî gotin, hêzên ewlehiyê gule li xwepêşandêrên ku li ser pira Nasiriyê kom bûne, reşandin. Çavkaniyan diyar kir ku 24 xwepêşandêr hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha jî li Bexdayê 4 xwepêşandêr li nêzî pira li ser çemê Dîcle bi guleyên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

EL-BEYAN: FRANSA LI DIJÎ TUNDRAWÊN LI ROJAVAYÊ AFRÎKAYÊ BEHSA ŞER DIKE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Duh serokê Fransayê Emmanuel Macron li dijî tundrawên li rojavayê Afrîkayê şer ragihand û destnîşan kir ku hemû vebijêrk piştî kuştina 13 leşkeran di dema mîsyoneke şer de vê heftey li Maliyê, vekirî ne. Di gel ku ji beriya 40 salan ve di encama operasyonê de gelek leşkerên Fransayê bûn qurbanî û Macron di daxuyaniyê de eşkere got kesên dixwazin erka Fransayê li herêma beravê fehm bikin, divê şahiya xelatkirina leşkeran temaşe bikin.

Macron di civîna çapemeniyê ya li gel sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg de, got Fransa ji berdêla her kesî li beravê dixebite.

Piştî Macron di 7’ê vê mehê de ragihand di hevdîtina ku kovara Ekonomist belav kir, ku tişta pêk tê, sekinadina mêjiyê NATO`yê ye û dema Macron amadekariyên lidarxistina lûtkeya ku serokê Amerîkayê Donald Turmp dê beşdar bibûya de, tevlihevî derxist. Macron got di vê demê de hesabên stratejîk ên der barê aştiya li Ewropayê û têkiliyên bi Rûsya û Tirkiyê re yan jî dijîn kî ye? NATO’yê bi bîr xist ku têkoşîna li dijî terorê ji hevalbendan re gaveke nû ye.