Şêniyên ku ji Girê Spî derneketine rastî gefên kuştinê tên

Komên çete yên girêdayî artêşa dagirkeriya dewleta Trik, bi lez dest bi guhertina demografiya herêmên ku vê dawiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, kir. Tiştê bi pîrejina ji Girê Spî (H.U)re derbas bûye vê yekê tekez dike.

Şêniyên ku ji Girê Spî derneketine rastî gefên kuştinê tên
29 mijdar, 2019   09:13
KOBANÊ – HÊZA HESEN

(H.U) a 50 salî ya ji bajarê Girê Spî, bihîstibû ku komên çete yên girêdayî artêşa dagirkeriya dewleta Tirk li Girê Spî, rê dane şênî vegerin malên xwe. Li ser vê yekê xwestiye ku berê xwe bide mala xwe da ku hin pêdiviyên xwe bihîne. Dema ji ber êrişên dewleta Tirk reviyane nikarîbûn tiştekî li gel xwe bibin.

Lê dema li gel hevjîna xwe çûne mala dîmeneke berovajî dîtin, ku çeteyan dest danîna ser mala wan û tiştek di malê de nehêştine her tişt birine.

Ji wê zehmetir, ji aliyê komên çete ve rastî gefan hatin, diyar kir ku çeteyan ji wan re gotine ger di nava çend saetan de ji bajarê Girê Spî dernekevin dê wan bikujin.

Malbat (H.U) ji 11 kesan pêk tê, piştî topbarana artêşa dagirkeriya dewleta Tirk li ser bajêr, neçarî koçberiyê bûn û niha li navenda navçeya Şêranê ya Kobanê dimîn in.

(H.U) got: "Me nikarîbû tiştekî ji mal û milkê xwe li gel xwe bihîn in. Heta cilên xwe jî me nanîn. Ji bo rizgarkirina ruhê zarokan me her tişt li pey xwe terik kiribû."

(H.U) da zanîn ku malên Kurdan, bi malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Dêrazorê û herêmên din ên Sûriyê hatine tijîkirin."

(H.U) di dawiya axaftina xwe de, bang li rêxistinên mafê mirovan û civaka navdewletî kir ku, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmê derxîn in da ku karibin vegerin ser malên xwe.

Li gor Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê, 924 malbat ji bajarê Girê Spî û gundewarên wê, ji ber êrişên dagirkariya dewleta Tirk koçberî bajarê Kobanê û gundên wê bûne.

Bi harzaran jî malbat koçberî Eyn Îsa, Tebqa û Reqayê bûne. Rêveberiya Xweser hefteya derbasbûyî ji koçberan re li gundê Til Semin ê bakurê bajarê Reqayê, kampek ava kir.

(rr)

ANHA