Ji Stenbolê heya Efrînê li ser sûriyekî zilma dewleta Tirk

Ji bo kar diçe Tirkiyê lê zarokê wî jê distînin, digirin û ji Tirkiyê diqewînin. Tevî wê jî li Efrînê ber bi Şehbayê ve direve.

Ji Stenbolê heya Efrînê li ser sûriyekî zilma dewleta Tirk
Ji Stenbolê heya Efrînê li ser sûriyekî zilma dewleta Tirk
Ji Stenbolê heya Efrînê li ser sûriyekî zilma dewleta Tirk
Ji Stenbolê heya Efrînê li ser sûriyekî zilma dewleta Tirk
29 mijdar, 2019   08:16
ŞEHBA-CAFER CAFO

Serpêhatiya Egîd Hebeş ê ji gundê Remedano yê navçeya Şiyê li kantona Efrînê dosyaya bazirganiya organên mirovan li Tirkiyê tîne bîra mirov.

Hebeş mîna gelekan di 2017`an de ber bi Tirkiyê ve ji bo kar koçber dibe.

Tevî malbata xwe di taxekê de li bajarê Stenbolê dimîne û ji bo peydakirina qûta malbata xwe kar dike. Trajediya malbatê piştî ku zarokên wê yên cêwî çêdibin destpê dike. Hebeş dibêje: "Xwedê cêwiyên kur da min. Piştî demeke kin ji zayîna wan, yek ji wan nexweş ket û me bir nexweşxaneyê. Zarok birin odeya muaneyê. Bijîşk çûn û hatin û piştî çend deqeyan hatin û bi xwînekî sar gotin zarokê te mirî ye."

Hebeş bi ser bijîşkan diçe. Yekser dixwaze kurê xwe bibîne ji bo ku piştrast bibe wefat kiriye an ne. Lê nexweşxane red dike. Li ser wê Hebeş bi polîs û rêveberiya nexweşxaneyê re şer dike ji bo ku kurê xwe biparêze lê bê feyda.

Ji bo ku sûcên xwe veşêrin polîs û rêveberiya nexweşxaneyê hewl dan, loma ji Egîd û hevsera wê bikin. Heya du mehan Hebeş dikin girtîgehê. Di wê demê de polîsên Tirkiyê kaxizan ji Hebeş re tînin ji bo ku îmze bike. Lê Hebeş red dike ji ber ku nizane wê li ser çi îmze bike. Piştî demekê eşkere dibe ku li gorî wê kaxizê zarok ji Hebeş û hevsera wî distînin û cezaya girtinê ya demdirêj li ser dayîkê ferz bikin.

Hebeş destnîşan kir ku di wê girtîgehê de gelek sûrî hebûn û piraniya wan nizanin tewana wan çi ye.

Hebeş texmîn dike ku kurê wî hîna sax e. Saziyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan mijarê bi temamî binuxmînin û Hebeş tevî malbata wî ji Tirkiyê bi temamî derxist û ji navçeya Cindrêsê li kantona Efrînê re şandin. Lê serpêhatiya Hebeş bi çeteyên re nû destpê dike.

Egîd dema dighêje Cindirêsê diçe mala malbata xwe. Lê dibîne ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye mala wan dagir kirine. Çeteyan qebûl nekir malê vala bikin û gefa kutşinê lê dixwin. Ji ber wê neçar man di mala hevalekî xwe de bimîne.

Di dema ku li Cindirêsê dimîne dibe şahidê gelek binpêkirinên li dijî şêniyan. Rastî hevalekî xwe tê yê ku ji hêla çeteyan ve rastî lêdanê hatibû. Ji ber ku nikarî baçên wan bide ji ber wê pişta wî dişkînin û bi felcê dikeve.

Piştî wê Hebeş li rêyekê digere ji bo ku ji Efrînê derkeve. Bi motorsîklêtekê ji Cindirêsê ber bi gundê Fafirtînê derdikeve. Di rê de û li ser bendên kontrolê çeteyan li beramberî derketina ji Efrînê motorsîklêt jê distînin. Hebeş qebûl dike û heya  gundê Mezin peyayî dimeşin.

Hevsera Egîd ji ber zulmê azar dikşîne û heya sê mehan di girtîgehên Tirkiyê de dimîne. Di girtîgehê de dibe şahidê binpêkirinên lidijî Sûriyê. Jê bûyera jinekê ku di girtîgehê de zarokê xwe tîne dinê. Zarokê wê jê distînin û jê re negotin çaranûsa wî çi ye.

Malbata Egîd niha di Kampa Veger de li navçeya Şêrawayê  dimîne û Rêveberiya Kampê jê re pêdiviyên rojane pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA