Xwepêşandêrên Iraqê pirek kontrol kirin û focekî leşkerî şewitandin

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku, xwepêşandêrên Iraqê pira Zeytûn a li bajarê Nasiriyê kontrol kirin û bi ser navenda foca destwedana lezîn de girtin û bi temamî şewiatndin.

Xwepêşandêrên Iraqê pirek kontrol kirin û focekî leşkerî şewitandin
28 mijdar, 2019   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniya ereban ragihandin ku xwepêşandêrên Iraqê pira Zeytûn a li bajarê Nasiriyê kontrol kirin, her wiha bi ser nevenda "Foca Destwedana Lezgîn"de gitin û bi temamî şewitandin.

Li bajarê El-Semawa yê navenda parêzgeha El-Musna jî, 10 xwepêşandar jî bi gaza rondikrêj birîndar bûn.

Di vê derbarê de, Hikumetê "qedexeya derketina derve" li bajarê Nasiriyê yê parêzgeha Zî Qarê, ragihand.

Ajansa Frans Press diyar kir ku hejamara kesên ku di xwepêşandanên bajarê Nasiriyê yê parêzgeha Zî Qarê de hatine kuştin, derketiye 13 kesan.

Artêşa Iraqê ji bo "kontrolkirina ewlehiyê", fermandariyên leşkerî şandin gelek parêzgehên Iraqê.

Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê duh piştî çend saetan ji şewtandina konsolxaneya Iranê re, bi hejmareke zêde li bajarê Necef belav bûn.