Esed:Kiryarên Erdogan bê exlaqî ye

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed got Erdogan bê exlaq e û şerê li dijî terorê jî hîna bi dawî nebûye.

Esed:Kiryarên Erdogan bê exlaqî ye
28 mijdar, 2019   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di hevdîtina li gel kovara Paris Match de piştrast ku li Sûriyê şerê li dijî terorîstan bi dawî nebûye û hîna terorîst li herêmên Bakur hene. Di heman demê de, dewleta Tirk û dewletên din hîn jî piştgiriya terorîstan dikin.

Serokê rejîma Sûriyê dubare êrişî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got Erdogan bi vegera terorîstan hewl dide li ser Ewropayê şantajê bike û ev yek bê exlaqî ye.

Esed wiha axivî: “Kesê ku rêzê ji xwe re bigire, dê wiha neaxive. Li wir sazî û qanûn hene, mijara şandina terorîstan an jî şandina kesên mehkum ji dewletên din re, rastî hevpeymanên dualî yên di navbera dewletan de tên, an ew kes ji zindanê derkeve û tu dizanî ku terorîst e û tu dişînî dewleteke din da ku sivîlan qetil bike. Ev bi serê xwe bêexlaqî ye.”

Têkildarî bikaranîna rejîmê ya çekên kîmyewî Beşar Esed wiha got: “Heta vê kêliyê îsbat tune ne, ji ber bikaranîna çekên wiha dê jiyana bi hezaran bike qurban û ev jî pêk nehatiye. Lê belê sedema vê yekê ji ber artêşa Sûriyê li dijî terorê bi pêş de diçû, wê gavê hincet pêwîst bûn da ku derbê artêşê bixe û ev yek jî rû da. Ev kiryar di 2 rewşan de tê bikaranîn, yan em ê bi paş de biçin û di encamê de divê em bisekinin, bi wateya gefan, an jî em ê amadekariyên operasyonên berfireh bikin û di encamê de ew ê berî operasyonê gefan bixwin.”

Serokê rejîma Sûriyê wiha pê de çû: “Ya duyemîn em baş bi pêş de diçin, wê demê em çima çekên kîmyewî bi kar bînin? Pirs di vir de ye, lê xala herî girîng ew e ku li her devera ku em derbas dibinê, sivîl lê vedigerin û jiyana xwe ya asayî berdewam dikin. Wê demê çawa em çekên kîmyewî bi kar tînin û sivîl li wir dimînin? Di rastiya xwe de propagandeyên çapemeniya Ewropayê û siyaseta wê di vê mijarê de bê sînor e.”

(eh)