Ji HPG'ê daxuyaniya rastkirinê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî daxuyaniya 5'ê Mijdara 2019'an daxuyanike rastkirinê da. HPG'ê got, ''Hevalê me Mervan Reşo (Enver Çiftçî) ku me bi şehîdî ragihandibû şehîd nebûye, hevalê me Mervan (Muhacîr Yilmaz) şehîd bûye.''

Ji HPG'ê daxuyaniya rastkirinê
28 mijdar, 2019   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

 ‘’Di daxuyaniya xwe de ya 5’ê Mijdarê bi raya  giştî re me par ve kiribû ku 27’ê Gulana 2019’an artêşa TC’ê ya dagirker li ser herêma Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê tevgera dagirkeriyê daye destpêkirin û 28’ê Gulanê 6 hevalên me şehîd bûne. Heval Mervan Reşo (Enver Çîftçî) ku me bi şehîdî ragihandibû şehîd nebûye, hevalê me Mervan (Muhacir Yilmaz) şehîd bûye.

Agahiyên nasnameyê yê hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Mervan Gare

Nav Paşnav: Muhacir Yilmaz

Cihê Bûyinê: Ûrmiye

Navê Dê û Bav: Rahîme – Feyzullah

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 28 Gulan 2019 / Xakurkê

Hevrêyê me Mervan li Rojhilatê Kurdistanê li Ûrmiyê jidayik bûye. Hevrê Mervan ku bi hîs û çanda welatparêziyê mezin bûyî,  ti caran polîtîkayên asîmîlasyon û tinekirinê yên li ser gelê Kurd qebûl nekiriye û 2014’an tevlî nav Tevgera Azadiyê bûye. Hevrê Mervan ku li nav refên gerîla cihê xwe girtî, ji bo azadiya gelê Kurd tim bi fedakarî nêz bûye û tim xwe bi pêş ve biriye. Hevrê Mervan li ser îdeolojî û felsefeya Rêbertî kûr bûye, xwe kiriye militanekî pêşeng, peywir û berpirsyariyên ku rêxistinê dayî ber bi rengekî serkeftî bi cih aniye. Di nav jiyanê de bi fedekariya xwe û bi bêfikariya xwe tim bûye milîtanekî ku bi tiliya hatî destnîşankirin. Li dijî hişmendiya ku dixwaze Kurdistanê dagir bike, li herêma Xakûrkê bi lehengî şer kiriye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd Mervan, serê hemû gelê Kurdistanê sax be, em sond dixwin ku mîrateya têkoşînê ya ku şehîdên me ji me re hiştî em bi serfiraziyê tacîdar bikin.’’