Li Kampa Waşokanî hejmara koçberên ji Serêkanî û Til Temirê zêde dibe

Piştî ku hejmareke din a koçberên ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker ji herêmên Serêkaniyê û Til Temirê hatine, gihaştin Kampa Waşokanî. Hejmara koçberan li kampê gihîşt 2 hezar û 195`an. Her wiha 196 rewşên nexweşiyên giran li kampê hene.

Li Kampa Waşokanî hejmara koçberên ji Serêkanî û Til Temirê zêde dibe
Li Kampa Waşokanî hejmara koçberên ji Serêkanî û Til Temirê zêde dibe
Li Kampa Waşokanî hejmara koçberên ji Serêkanî û Til Temirê zêde dibe
28 mijdar, 2019   10:50
HESEKÊ

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û pêkanîna komkujiyan li ser sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî di toparana li ser herêmê de, bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet jî yên nêzî sînor, ji cih û warên xwe koçber bûn.

Li gorî rapora Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî, di êrişan de 478 sivîl şehîd bûn û 1070 jî birîndar bûn.

Her wiha derdorê 300 hezar sivîl bi darê zorê ji herêmên xwe koçber bûn.

Hejmareke din ji koçberên ku bi darê zorê ji herêmên li ser sînor derketine, gihîştin Kampa Waşokanî. Bi vê yekê hejmara malbatên ji Serêkaniyê û Zirganê li kampê ji 437’an derket 474 malbatan. Bi giştî 2 hezar û 195 koçber li kampê dimînin.  

Di nava koçberan de 720 zarokên ku temenên wan ji 1 heta 17 saliyê, hene. Her wiha 49 kesên ku temenê wan ji 60’î zêdetir e, hene.

Niha li kampê 196 haletên nexweşiyên giran wek astengdarî, felcbûn, nexweşiyên şekir, tansiyon, yên sing û dil hene. Her wiha 2 rewşên nexweşiya penceşêrê hene ku Fewzî Ehmed û Xezalê Cemîl Sîno pê ketine.

Nexweş ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve, ku noqteya tenduristiyê ya tekane ye li kampê û li gorî derfetên heyî tên dermankirin.

ANHA