Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî bazirganiya organên mirovan dikin

Pêkanîn dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bermahiya DAIŞ û El-Nusrayê li herêmên ku dagir kirine, her ku diçe yek bi yek derdikevin holê.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî bazirganiya organên mirovan dikin
28 mijdar, 2019   05:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), rojên borî daxuyaniyek dabû û tê de eşkere kiribû ku li herêma Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û El-Nusrayê de bazirganiya organan (endamên laş) tê kirin.

Mal û milkê şêniyan ên di bin dagirkeriya çeteyan de mane, tên talankirin û hat diyarkirin ku bedenên mirovan jî tên talankirin; organên mirovên sivîl ên birîndar tên dizîn.

Ev rastî li Girê Spî piştî teqînekê derketiye holê. Li gorî rapora di malpera SOHR’ê de hatiye weşandin, ev îdiaya wan xwe dispêre çavkaniyên ewle.

Hat diyarkirin ku di teqîna li Girê Spî de kesê bi navê F.T. yê ku parçeyên seyareyan difirotin, tenê ji destê xwe de birîndar bûbû û ji bo tedawiyê bi meşê çûye nexweşxaneyê lê piştre termê wî paşde hatiye.

Li gorî çavkaniyên li wê derê ragihandine, piştî teqînê gelek birîndar û kesên jiyana xwe ji dest daye, rakirine nexweşxaneyên Tirkiyê.

Li gorî çavkaniyên navendê, bi çav dîtine ku zikê kesekî birîndar hatiye kelaştin û şûnde hatiye dirûtin ku ew guman dikin organên wî hatibin dizîn.

Ji bo lêkolîna van her du bûyeran SOHR’ê bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir û ji bo lêkolînek biedalet, zelal û vekirî bê meşandin bal kişand ser ku tiştên li herêmê pêk tên, ji bo ku werin ronîkirin, gelekî girîng e.

Agahiyên ku SOHR’ê der heqê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên der barê avakirina mafyaya organan de, ne nû ne. Di sala 2011’an de bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re kesên ku wek penaber çûne Tirkiyê û dîsa herêmên hatine dagirkirin, gelek caran îdiayên bi vî awayî hatine rojevê.

Parlamenterê partiya opozîsyonê ya Tirkiyê CHP’ê Dr. Mehmet Şeker, di sala 2015’an de çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên ku organan didizin, anîbûn rojevê. Der barê mijarê de Dr. Mehmet Şeker bi awayekî berfireh îdiayên ku lêkolîn kiribûn, wiha bûn:

Bi agahiya dewleta Tirk çeteyên DAIŞ, El-Nusra û Artêşa Azad li Riha, Dîlok, Hatay û hin nexweşxaneyên taybet ên Başûrê Kurdistanê, xebatên diziya organan dane meşandin.

Bi taybet jî li herêma Hatayê di vê mijarê de gelek gilî hene û gelek kesên ji Sûriyê piştî ku organên wan tên dizîn, tên kuştin û termên wan avêtine aliyê sînorê Sûriyê.

Rayedarên Tirk li Hatayê, van çeteyên ku organan didizin, paşguh dikin û der heqê kiryarên wan de tiştekî nakin.

DAIŞ, El-Nusra û Artêşa Azad qadên ku di bin kontrola wan de ne, kesên ku guncaw dibinîn, bêyî razîbûna wan, dest datînin ser organên wan.

Bazara vê her ku diçe mezintir dibe. Ev dezgeheke li ser Sûriyê hatiye avakirin û sûcê mirovahiyê tê kirin.

Mafyaya organan herî zêde cihên ku dewleta Tirk û çeteyên wê lê hene; Idlib û beşeke Helebê, van karan didin meşandin.

TÊKILDARÎ KIRYARÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ AGAHIYEK JÎ JI MÛSILÊ DERKET

Sala 2014’an piştî DAIŞ’ê Mûsil dagir kir, ji bo bazirganiya organan nexweşxaneyên taybet hatine vekirin û ev organên hatine dizîn jî birine Tirkiyê ku ev ji hêla çapemeniyê ve jî hatibûn rojevê.

Wê demê agahiyên ku di çapemeniyê de derketine wiha ne:

Bi taybet piraniya wan zarok, çeteyên DAIŞ ’ê di nexweşxaneyan de dest datîne ser organên mirovan. Gelek mirovan ji ber van ameliyatên netendurist, jiyana xwe ji dest daye.

Zarokên ku malbatên xwe di şer de winda kirine yên bê xwedî mane, gelek ji wan an bi xapandin an jî bi zorê organên wan hatine dizîn.

Der barê mijarê de televîzyona Arte têkildarî peywendiya mafyaya organan-çete û dewleta Tirk belgefîlmek weşand.

Bi taybet belgefîlmê bal dikişand ser serpêhatiyên penaberên Sûriyê yên ku ketine destê mafyaya organan, penaberên ku ji bo biçin welatên Ewropayê yan jî ji bo birçî neminin, tê gotin ku gurçikên xwe difiroşin.

Di belgefîlmê de jineke penaber a ku li Hatayê dijî, ji temaşevanan re dide ragihandin ku bi buhayê 5 hezar euro mecbûr maye ku gurçika xwe bifiroşe.

Belgefîlm bal dikişîne ser penaberên li ser tora medyaya civakî bi van mafya yên organan peywendî datînin, li Stenbol êçend penaberên ciwan ên bi buhayê 15 hezar dolar tê gotin ku gurçikên xwe firotine.

Rojnamevanên ku dema belgefîlm dikişandin, mafyaya organan li Stenbolê penaberan çawa peyda dikin û beriya ameliyatê li kîjan otêlê tên girtin, tespît kirin.

Hat diyarkirin ku di nava xebatên derveyî qanûnan de piştî bazirganiya madeyên hişbir, bazirganiya herî zêde ya organan jî di ser Tirkiyê re tê kirin. Organên ku ji welatiyên Sûriyê tên dizîn, li Tirkiyê û Ewropayê û gelek welatên wê û heta Îsraîlê di bazaran de tên firotin.

Navenda bazirganiya organan a dewleta Tirk a ku bi destê çeteyan dide kirin, ji 2016’an bi şûn de Şehba, Bab û Efrîn e. Ji herêma Efrînê bi awayekî tendurist agahî nayên wergirtin lê li gorî nêrîn û çavderiyên şahidan hin nexweşxaneyên Ezaz û Babê, di bin çavderiya leşkerên Tirk de birîndarên ku dibin nexweşxaneyê, gelek şopên ku organên wan hatine dizîn, xuya dikin.

Tê gotin ku van organan di ser Hatay û Dîlokê re dibin Stenbolê û li van deran difiroşin kesên dewlemend. Bi taybet cenazeyên ku bi organ avêtine li çolterên Efrînê, van îdiayan piştrast û xurt dikin.

Di sedsala 21’an de yek ji sûcên herî mezin ê mirovahiyê jî ji ber dizîna organan, her sal bi milyonan mirov jiyana xwe ji dest didin. Bi taybet li herêmên şer, zarokên bê xwedî dimînin, qadên di bin dagirkeriyê de yên bêkontrol de ji mafyaya organan re derfetan ava dike.

Dewleta Tirk dema şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kiriye heta roja me ya îro, veguheriye navenda bazirganiya organan.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî li cîhanê ji 40 milyonan zêdetir mexdûrên bazirganiya organên mirovan hene.

https://www.arte.tv/en/videos/075284-000-A/turkey-organ-trafficking/

https://www.bbc.com/turkce/haberler-dunya-39704728

https://www.youtube.com/watch?v=1xfGEsHGK2E

https://www.youtube.com/watch?v=WcbGbeyW1JU

https://www.youtube.com/watch?v=3H8tDk98dd4

https://www.youtube.com/watch?v=ObvjCG2xigw&list=PLa4fQ2wE1tAztzZwsVC0-IrXWpqjlbk3d

https://www.youtube.com/watch?v=8tQd5GRwOBM&list=PLa4fQ2wE1tAztzZwsVC0-IrXWpqjlbk3d&index=3

https://www.dailymotion.com/video/x21skmf