Artêşa Tirk a dagirker gundên  Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana xwe li ser gundên kantona Şehbayê didomîne. Vê carê gundên Malîkiye, Merenaz û Şewarxe topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker gundên  Şehbayê topbaran dike
27 mijdar, 2019   20:46
ŞEHBA

Piştî ku navçeya Til Rifatê û gundên Herbel û Şêx Îsa bi moşek û topba topbaran kirin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku  li Meri û Ezazê bi cih bûne vê carê gundên Malîkiye, Merenaz û Şewarxe li kantona Şehbayê bi moşek û topavêjan topbaran dikin. Topbaran hîna berdewam e.

(şx)

ANHA