Rêxistina Mafê Mirovan: Dewleta Tirk sûcên şer pêk aniye

Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cumaa, da zanîn ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer pêk anîne. Evîn Cumaa daxwaz kir, li ser biryareke Meclîsa Ewlekariyê hêzên navdewletî werin herêmên hatine dagirkirin da ku şêniyên wan herêman karibin vegrin malên xwe.

Rêxistina Mafê Mirovan: Dewleta Tirk sûcên şer pêk aniye
28 mijdar, 2019   05:35
QAMIŞLO – ŞÎNDA EKREM – BASIL REŞÎD

Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan Evîn Cumaa got:`` Tirkiyê binpêkirin û sûcên mezin pêk anîne, sûca yekemîn sûca dagirkeriyê ye, li pêş çavên hemû cîhanê xaka dewleteke din dagir kiriye.``

Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê DAIŞ û Cebhet El-Nusre di bin navê Artêşa El-Wetenî ya Sûrî de ji 9`ê Cotmeha derbasbûyî ve êrîş Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û gelek komkujî der heqê şêniyên herêmê de pêk anîn, ewlehî û aramiya bi hezaran sivîlan dane ber gefan.

`ARTÊŞA DAGIRKEIYA TIRK Û ÇETEYÊN GIRÊDAYÎ WÊ SÛCÊN DIJÎ MIROVAHIYÊ KIRIN`

Evîn Cumaa diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker, piştî êrîş herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir sûcên dijî mirovahiyê û sûcên şer pêk anîn. Bi awayekî rasterast sivîl hedef dikirin, tevahî çekên giran û çekên qedexekirî wek Fosfora Spî bikar anîn, wiha domand:`` Di encama êrîşên Tirkiyê de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.``

Li gor serjimariyên buroya kar û barên rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di encama êrîşên dewleta Tirk de 478 şehîd bûne û 1 hezar û 70 kesên din jî birîndar bûne.

`DAGIRKERIYA TIRK HIN GUND BI TEMAMÎ RÛXANDINE`

Evîn Cumaa da xuyakirin ku di encama êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyê wê de, bi sedan avahiyên niştecîbûnê yên herêmê hatin rûxandin, hin gund jî wek gundê Mişrafê ya ser bi bajarê Girê Spî ve ji ber bombebaranên balafirên dewleta Tirk, bi temamî hatine  rûxandin.

Her wiha da xuyakirin ku kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ji vê zêdetir tîmên bijîşkî (tubî)jî kirin armanca êrîşên xwe û wiha got:`` Dema tîmên bijîşkî hewil dane derbasî gundê Mişrafe bibin da ku cenazeyan ji binê rûxanê derbixin hatin hedefgirtin, tîmeke tubî ku ji du hemşêr û şûfêrekî pêk hatibû hate revandin û îdam kirin, ev yek sûcek ji sûcên şer tê hesabkirin.``

Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan got ku li gor qanûnê navdewletî ya mirovahiyê nabe sivîl û avahiyên niştecîbûnê werin hedefgirtin, her wiha tîmên tubî, dibistan, birîndarên şer û dîlgirtiyên şer nabe werin hedefgirtin.

Evîn Cumaa eşkere kir ku gelek belge di destê wan de hene nîşan didin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî sivîlan , sûcên şer pêk anîne.

Di berdewama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de, çeteyên dagirkeriyê bermahiyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre, bi dehan dîmen li ser torên civakî belav dikirin û têde qetilkirina birîndaran û îdamkirina wan nîşan didan. Her wiha pêkanîna sûcan, îdamkirinên zindî, îdamkirina sekretera giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef, sivikirina cenazeyên şehîdan, wek cenazeyê şehîd Amara Rênas a rojavayê Kobanê, nîşan didan.

Cûma bal kişande ser her çar Hevpeymaniyên Cinêvê û Protokolên wê û got ku li gor wê nabe sivîl werin hedefgirtin û bi şêwazekî ne mirovane bi girtiyên dîl re tevgerê bikin, lê dagirkeriya Tirk bi van hevpeymaniyan pabend ne dibû.

Evîn Cumaa got:`` Em bi gelek rêxistinên rewadar, parêzerên mafê mirovan, navendên lêkolînên qanûnî û komîteyên lêgerîna rastiyan a ser bi Neteweyên Yekbûyî re di nava têkiliyan de ne, û li ser binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê der heqê gelê herêmê de, raporan ji wan aliyan re dişîn in.``

Evîn Cûma da zanîn ku helwesta wan aliyan arênî bûn, lê heta niha ti pêngavên pratîkî li ser erdê li hemberî van sûcên derheqê sivîlan de tên pêkanîn, nehatine avêtin.

Hevseroka Rêxistinên Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûmaa, daxwaz kir ku li ser biryareke Meclîsa Ewlekariyê hêzên nevdewletî yên bê alî werin herêmê, da ku sivîl daribin vegerin malên xwe û wiha domand`` ji ber ku bawerî bi Tirkiyê nabe, Efrîn wek mînak li ber çava ye, piştî hate dagirkirin û hin şêniyên wê vegeriyan rastî binpêkirinên giran hatin, herî dawî ciwanê bi navê Aras ku bi şêwazekî hovane ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve hatibû îşkencedan, di encamê de aqilê xwe ji dest daye.``

(rr)

ANHA