ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2019`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2019`AN
28 mijdar, 2019   05:00

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina pêvajoya duyemîn a Berxwedana Serdemê.

-Şopandina çalakiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle dixwazin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li rojhilatê Qamişlo oxir dikin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cumaa, da zanîn ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer pêk anîne. Evîn Cumaa daxwaz kir, li ser biryareke Meclîsa Ewlekariyê hêzên navdewletî werin herêmên hatine dagirkirin da ku şêniyên wan herêman karibin vegrin malên xwe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jina (70) salî ya bi navê Şaha El-Ereb banga xweda dike ji ber ku çeteyên artêşa Tirk Tirk a dagirker ewlehiyê herêmê hejandin û wêran kirin. Piştî ku ji çeteyên DAIŞ`ê xilas bûn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jiyana xwe ji bo parastina welatê xwe feda dike. Ji bo ku ax û şerefa welatê xwe biparêze kar dike û tê dikoşe. Ew Hemê Reş e. Beriya ku şehîd bikeve ji malbata dixwaze li ser gora wî vê hevokê binivîsin `Ez hîna deyndayê welatê xwe me`. Tevî ku zarokan fêrî hezkirina welat û girêdana pê dike. Her tim ji zarokên xwe re digot: "Pişt şehîd bikevim hûnê mîna bavê xwe bikin. Divê hûn axa xwe biparêzin." .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê armanc dikin dorpêçê li navenda bajarê Eyn Îsayê ji aliyên bakur û rojava ve ferz bikin tevî ku tê zanîn Eyn Îsa derveyî lihevkirina herêma ewle ye.( RAPOR BI DÎMEN)

Pêkanîn dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bermahiya DAIŞ û El-Nusrayê li herêmên ku dagir kirine, her ku diçe yek bi yek derdikevin holê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Rûspiyên êlên Ereb ên Herêma Efrînê, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê şermezar kirin û bang li êlên Ereb kirin ku li hemberî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê, bibin yek û bisekin in.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Buroya Jin a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi boneya 25`ê Mijdarê panelek li bajarê Hesekê orgenîze dike saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Weqfa Jina Azad a Hesekê bi boneya Rojha Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê daxuyaniyekê dide û diyarî li zarokan belav dike saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de Rêxistina Sara hemleya xwe Jin jiyan e jiyanê nekujin li ber navenda rêxistinê li bajarê Qamişlo daxuyaniyekê dide saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji tevahiya bajar û bajarokên kantona Qamişlo tev li meşa piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk li navçeya Girkê Legê dibin saet 15:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA