Şehîdekî Berxwedana Rûmetê… `Hîna deyndarê welatê xwe me`

Jiyana xwe ji bo parastina welatê xwe feda dike. Ji bo ku ax û şerefa welatê xwe biparêze kar dike û tê dikoşe. Navê wî Hemê Reş e. Beriya ku şehîd bikeve ji malbata xwe dixwaze li ser gora wî vê hevokê binivîsin “Ez hîna deyndarê welatê xwe me”. Her tim ji zarokên xwe re digot: "Piştî şehîd bikevim hûn ê mîna bavê xwe bikin. Divê hûn axa xwe biparêzin."  

Şehîdekî Berxwedana Rûmetê… `Hîna deyndarê welatê xwe me`
Şehîdekî Berxwedana Rûmetê… `Hîna deyndarê welatê xwe me`
Şehîdekî Berxwedana Rûmetê… `Hîna deyndarê welatê xwe me`
Şehîdekî Berxwedana Rûmetê… `Hîna deyndarê welatê xwe me`
Şehîdekî Berxwedana Rûmetê… `Hîna deyndarê welatê xwe me`
Şehîdekî Berxwedana Rûmetê… `Hîna deyndarê welatê xwe me`
Şehîdekî Berxwedana Rûmetê… `Hîna deyndarê welatê xwe me`
Şehîdekî Berxwedana Rûmetê… `Hîna deyndarê welatê xwe me`
28 mijdar, 2019   07:25
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Bi exlaqê xwe yê baş û hezkirina welêt dihat naskirin. Bandor li hemû nas û dostên xwe dikir. Jiyana xwe ji bo parastina axa xwe û sekinandina li hember êrişên dijminan feda dike. Tev li tevahiya hemleyên rizgarkirina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyan ji sala 2011`an ve dibe.

CIHÊ JIDAYIKBÛNÊ Û TÊKOŞÎNA WÎ

Mihemed Ferhan Salih (Hemê Reş) li navçeya Amûdê sala 1987`an ji dayik bûye. Zewicî ye û bavê 4 zarokan e. Malbata wî ji dê û bav, 7 xwişk û 3 birayan pêk tê. Li navçeya Amûdê di hembêza malbateke welatparêze de mezin dibe.

Mihemed heya asta navîn dixwîne. Piştre ji ber şertên jiyanê yên dijwar tevî hezkirina wî ji xwendinê re, xwendina xwe temam nake û wek ajokarê patozê kar dike.

Mihemed dizewice û dibe bavê 4 zarokan. Di nav şêniyên navçeya Amûdê de bi navê Hemê Reş dihat naskirin. Di destpêka şoreşa Rojava de Mihemed tev li YPG`ê dibe û parastina welêt wek erkekê li ser tevahiya kesan dihesibîne.

Bavî wî Ferhan Salih girêdayî şehadeta kurê xwe dibêje: "Kurê min şehîd bû û serê min bi têkoşîn, qehremantî û kesayeta wî ya nîştimanî bilind e. Ez pê serbilind im, ji ber ku hişt ez bibim bavê şehîd. Kurê min karê xwe berda û rêya têkoşîn û parastina welêt hilbijart. Her tim digot em neçar in ax û şerefa xwe biparêzin."

Mihemed tev li yekemîn hemleya YPG û YPJ`ê li dijî êrişên Cebhet El-Nusra li ser bajarê  Serêkaniyê di dawiya 2012`an de dibe. Piştre tev li tevahiya hemleyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe. Tevî li Serêkaniyê û navçeya Til Hemîsê di sala 2014`an de birîndar dibe, lê Mihemed bê teredud axa xwe diparêze. Beriya şehadetê bi çend rojan ji birayê xwe dixwaze ku eger şehîd bikeve li ser gora wî vê hevokê binivîsin: "Hîna deyndarê welatê xwe me."

Birayê wî Mesûd Ferhan Salih dibêje şehîd Mihemed kesekî aram, xwedî exlaq bû û di nav şêniyên herêmê de bi kesayeta xwe ya xurt û cesareta xwe dihat naskirin. Mesûd wiha berdewam kir: "Mihemed bê teredud axa xwe parast, tev li piraniya hemleyên leşkerî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Mihemed ajokarê patozê bû û rewşa me ya aborî li erdê bû (ne baş bû)."

Mesûd diyar kir ku wî ji şehîd Hemê Reş gelek caran xwestiye vegere mal û karê xwe, ji ber ku rewşa malbatê ya aborî ne baş e. Lê Hemê Reş red dikir û her tim digot em neçar in ax û gelê xwe ji komên terorîst biparêzin.

Mesûd destnîşan kir ku Mihemed beriya şehîd bikeve bi çend rojan jê xwestiye ku eger şehîd bikeve bila li ser gora wî vê hevokê binivîsin: "Hîna deyndarê welatê xwe me". Mesûd wiha pê de çû: "Şehîd Hemê Reş destekarê malbata xwe bû. Di nav hevalên xwe de hezkirî bû û ji bo ku em di nav aştiyê de bin canê xwe feda kir. Bi şehadeta xwe şûneke mezin di nav me de hişt. Biçûk, berî mezinan li ser wî xemgîn bûn."

BALA XWE BIDIN ZAROKÊN MIN

Piştî ku Mihemed tev li YPG`ê dibe, malbat pê bandor dibe û birayê wî yê biçûk Mehêr Ferhan li rex birayê xwe Mihemed tev li YPG`ê dibe. Mehêr girêdayî tevlêbûna wî ji YPG`ê re û çawa bi Hemê Reş bandor dibe, wiha got: "Di destpêkê de pê nefikirîm tev li YPG`ê bibim. Lê piştî ku Mihemed tev lê bû, bandor li min jî kir. Li ser wê ez jî tev lê bûm û niha di warê leşkerî de dixebitim."

Mehêr destnîşan kir ku beriya Mihemed şehîd bikeve bi çend saetan bi rêya telefonê pê re diaxive û jê dixwaze bala xwe bide zarokên wî, bi taybet kurê wî yê biçûk Şervan ê ku li benda vegera bavê xwe ye.

Mehêr bi rêya vegotina serpêhatiye birayên xwe Hemê Reş careke din soza şopandina rêya şehîdan û berxwedanê li hember artêşa Tirk a dagirker û tevahiya komên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hefef, da.

‘ZAROKÊN ME FÊRÎ HEZKIRINA WELÊT BIKE’

Hevsera Hemê Reş Şîndar Ehmed got: "Mihemed heya 9 salan bê westan welatê xwe parast. Gelek caran min jê xwest ji YPG`ê bi hinceta zarokan derkeve. Lê guh nedida gotinên min. Tenê digot ew hevalên xwe di xendekan de bernade. Ew ê heya rizgarkirina tevahiya axa Kurdistanê ji dijminan axa xwe biparêze."

Şîndar destnîşan kir ku Mihemed her tim wesiyet lê dikir ku bala xwe bide zarokan û digot: "Hezkirina welêt û girêdana pê fêrî zarokên min bike. Divê ew şopdarên rêya parastina rûmet û welatê xwe bin. Divê xwendina xwe temam bikin. Her tim ji zarokan re digot, pişt şehîd bikevim divê hûn mîna bavê xwe bikin û divê hûn welatê xwe  biparêzin."

Di dawiyê de Şîndar got: "Em bi şehadeta Mihemed gelek bi bandor bûn. Her kesê ku wî nas dike jî pê bandor bûn. Ez bi wî serbilind im ji ber ku bavê zarokên min şehîd e û em ê her tim serbilind bin. Ji ber ku bavê zarokên min ji bo parastina ax û rûmeta me şehîd ketiye."

HEMÊ DI DILÊ ŞÊNIYÊN NAVÇEYA AMÛDÊ DE ZINDÎ YE

Hevalê têkoşer Mihemed Çiya Amûdê yê ku tevî Mihemed tev li YPG`ê bûye dibêje: "Ez û şehîd Mihemed di destpêka 2011`an de bi hev re tev li YPG`ê bûn. Di 2012`an de Cebhet El-Nusra û komên çekdar êrişî Serêkaniyê kirin. Wê demê berê xwe da Serêkaniyê û ew parast. Em tev li tevahiya şerên Hêzên Sûriye Demokratîk li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûn."

Çiya destnîşan kir ku ew pir bi şehîd Mihemed, qehremantiya wî û morala wî ya bilind bandor bûne û got: "Ew di dilên me û dilên şêniyên navçeya Amûdê de zindî ye. Her tim digot divê em tevahiya axa xwe rizgar bikin ji bo ku em di nav ewlehiyê de bin. Wek hevalên wî em şopdarên rêya Hemê Reş bin û em ê têkoşîna wî heya rizgarkirina tevahiya axa dagirkirî berdewam bikin."

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha borî de Mihemed Ferhan Salih (Hemê Reş) di 17`ê Cotmehê de li Serêkaniyê şehîd dikeve. Bi vê yekê dibe şehîdek ji şehîdên Berxwedana Rûmetê û mohra berxwedanê li dîrokê dihêle.

(şx)

ANHA