ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27. 11. 2019‘AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27. 11. 2019‘AN
27 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

- Yekitiya Werzîşê ya bajarê Minbicê meşekê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanê QSD‘ê Umer El-Muxtar ê di êrişên li dijî herêma Til Temirê de birîndar bû, bang li ciwanên pêkhateyên Ereb dike ku tev li refên Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gorî berpirsên kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji destpêka êrişên dagirkeriya Tirk ve hewdanên revê yên zêdetirî 635 kesan ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê hatin pûçkirin. Rayedarên leşkerî destnîşan kirin ku rewşa kampa Holê hîna tev li hev e û dibe ku di kijan kêliyê de ji kontrolê derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hikmet Hebîb got, komîteya destûrî dûrî nûnertiya rastîn a gelê Sûriyê hatiye avakirin, ji ber vê yekê nikarî civînên xwe li dar bixe. Hebîb anî ziman ku  binkeftina civînan jî tiştekî ne dûr bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûnerên partiyên Kurdî yên Helebê diyar kirin ku Tirkiyê hewl dide gelê Kurd qir bike û gotin yekitiya netewî dê ji êrişên Tirkiyê û çeteyên wê re bibe bersiv. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve di Adara 2018`an zêdetirî 1 hezar û 200 bûyerên tundiya li ser jinan belge kirin ku bi destê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine pêkanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Bê guman rejîma dewleta Tirk a dîktetor a bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan di nav rêze aloziyan de ye ku dê bi hilbijartinên bê re hilweşe.

ANHA