Şervanê QSD‘ê El-Muxtar bang li ciwanên Ereb kir

Şervanê QSD‘ê Umer El-Muxtar ê di êrişên li dijî herêma Til Temirê de birîndar bû, bang li ciwanên pêkhateyên Ereb dike ku tev li refên Berxwedana Rûmetê bibin.

Şervanê QSD‘ê El-Muxtar bang li ciwanên Ereb kir
Şervanê QSD‘ê El-Muxtar bang li ciwanên Ereb kir
Şervanê QSD‘ê El-Muxtar bang li ciwanên Ereb kir
Şervanê QSD‘ê El-Muxtar bang li ciwanên Ereb kir
Şervanê QSD‘ê El-Muxtar bang li ciwanên Ereb kir
27 mijdar, 2019   06:09
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê a 19‘ê Tîrmeha 2012‘an ve ciwanên Kurd, Ereb û Suryan cihê xwe di nava hêzên parastinê de girtin.

Umer Abdullah El-Muxtar ji ciwanên Ereb ên navçeya Tirbespiyê di sala 2014‘an de li gel bavê xwe tev li nava refên YPG‘ê bû û di gelek pêngavên YPG‘ê yên li dijî komên çete de cih girt, piştre di nava QSD‘ê de beşdarî pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê bû. Umer û bavê xwe di çeperekî de êrişên DAIŞ û dagirkeriya Tirk bersivandin.

Şervanê QSD‘ê Umer El-Muxtar ji eşîra Cewala ya Ereb a navçeya Tirbespiyê ye, di malbateke welatparêz de mezin dibe ku hemû endamên wê ji destpêkê ve cihê xwe di nava şoreşa 19‘ê Tirmehê de girine. Bavê wî Ronak El-Muxtar ji destpêkê ve tev li hêzên leşker bû, birayê wî Ednan El-Muxtar jî endamekê Heyva Sora Kurd e.

Umer û bavê xwe ji şervanên destpêkê bûn ên ku li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinîn û li eniyên gundên navçeya Til Temirê de bersiva êrişan dan. Umer di 18‘ê Mijdarê de di êrişên dagirkerî û çeteyên wê de yên li dijî gundekî Til Temirê de di milê xwe de birîndar dibe.

‘BEŞDARBÛNA NAVA HÊZÊN LEŞKERÎ EREKEKÎ NIŞTIMANÎ YE‘

Umer El-Muxtar sedema tevlîbûna xwe ya nava QSD‘ê wiha tîne ziman: "Erkekî niştimanî ye, çeteyên DAIŞ‘ê herêmên me dagir kirin, li dijî gelên herêmê Kurd, Ereb û Suryan sûcên hovane wekî kuştin, talankirin, dizî û sebî pêk anîn, ji ber vê yekê min û bavê xwe çek rakir û tev li nava YPG‘ê bûn. Me şer DAIŞ‘ê kir heta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirin."

Umer El-Muxtar diyar kir ku piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ‘ê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û got: "Me dîsa çek rakir û li hemberî dijminên Tirk û çeteyên wê DAIŞ‘ê bi xwe ne şer kir."

‘ARTÊŞA NIŞTIMANÎ DAIŞ E, LÊ BI MASKEKE NÛ YE‘

El-Muxtar destnîşan kir ku hemû endamên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" çeteyên DAIŞ‘ê ne û wiha domand: "Piştî têkbirîna çeteyên DAIŞ‘ê bi hezaran çete reviyan Tirkiyê, cilên xwe guhertin û beşdarî êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên me bûn."

El-Muxtar ev pirsî " Kî dibêje ewnan Artêşa Niştimanî ne?, ew çeteyên DAIŞ‘ê ne piraniya wan ji derveyî Sûriyê ne, kiryarên wan ji yên DAIŞ‘ê ne cûda ne, ew jî sivîlan dikujin bi cenazeyan dikin, talan dikin û didizin."

‘TIRKIYE YEKÎTIYA PÊKHATEYAN DIKE HEDEF‘

Şervanê QSD‘ê Umer El-Muxtar di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hincetên ne di cih de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ereban beriya kurdan, suryanan beriya ereban dike hedef, Tirkiye yekitiya pêkhateyan û jiyana hevbeş dike hedef.

El-Muxtar îşaret pê kir ku ciwanên Ereb, Kurd, Suryan û Êzidî di çeperekî de bersiva êrişên çete û dagirkeran didin û got "Ji ber ku em asta xeteriya Tirkiyê û çeteyê wê dizanin heger herêmên me dagir bikin."

‘HEBÛNA BAV Û BIRAYÊ MIN LI GEL MIN DI ENIYEKÊ DE CIHÊ SERBILINDAHIYÊ JI MIN RE YE‘

Umer El-Muxtar dibêje hebûna bavê wî û birayê yê endamê Heyva Sor a Kurd li eniyên berxwedanê yên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê  cihê serfiraziyê ji bo wî ye "Dema min bavê xwe li kêleka xwe di xendeqekî de didît û birayê min birîndar derman dikir ez serbilind dibûn."

Di êrişên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê yên li gundên navçeya Til Temirê de Umer El-Muxtar di milê xwe yê rastê de birîndar bû û wiha anî ziman: "Xaka welatê min bi xwîna min û şehîdan û hevalên min yên birîndar hate avdan. Rewşa min niha baş e û tedawî dibînim da ku bi lez vegerim eniyên şer. Bila Tirk û çeteyên wê bizanibin ku birîndarbûn têkoşîna me asteng nake, em ê têkoşîna xwe ya parastina xak û welatê xwe bidomînin."

‘ROJ ROJA RÛMETÊ YE, RÛMETA XWE BIPARÊZIN‘

Umer El-Muxtar peyamek ji hemû pêkhateyên herêmên re Kurd, Ereb û Suryan, bi taybet ciwanên Ereb re şand, banga hevgirtinê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyê wê kir: "Peyama min a ji ciwanên Ereb re, roja roja rûmetê ye, çek hilgirtin û rûmeta xwe biparêzin, em xwediyê vê axa pîroz in a bi xwîna şehîdan hate avdan."

(bb)

ANHA