Parêzerên Ocalan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku biçin girava Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li serdozgeriyê da.

Parêzerên Ocalan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
26 mijdar, 2019   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzerên Ocalan; Newroz Uysal û Rezan Sarica, piştî 8 salan di 2'yê Gulanê, 22'yê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbûn.

Ji 7'ê Tebaxê ve hemû serlêdananên parêzeran ên ji bo hevdîtinê ne bi erênî ne jî bi neyînî nehatine bersivandin.